1`ê Hezîranê: Di serî de Ş. Kendal, Ş. Silav û tevayî şehîdên 1’ê Hezîranê bi bîr tînim û biryara xwe ez careke din nû dikim. Belê 1’ê Hezîranê ji bo têkoşîna Azadiya gelê Kurd gavek mezin e û destkeftiyên xwe zêde ye. Bêguman girtina wan encaman hêsan nebû, bedelekî mezin hat dayîn û bi sedan heval bi qehramanî şehîd ketin. Di vê gav avêtinê de li cem me ku rola sereke leyîstin heval Kendal, Silav, Aydin û gelek hevalên ku em nikarin wan ti caran ji bîr bikin, serkêşî kirin û pêşiya me vekirin. Bêguman 1’ê Hezîranê tenê ne li hember artêşa Tirk bû, bi qasî li hember dijmin û neyerê derve, ji ewqasî zêdetir jî li hember dijmin û paşverûtiyên ku di nav me de dihate jiyîn bû…
Ev çar roj in ku em bi hevalên eyaleta Xerzan re civîn çêdikin. Hevalên eyaletê bi piranî amedebûn, ji 40 kesan zêdetir heval beşdar bûn. Pirsgirêkên ku hatine jiyîn me ji hemû hevalan guhdarkir û me gelek tişt ji hevalan re got. Weke gelek caran ku ji bo min balkêş dihat vê carê jî ez dame fikrandin û min got: Gelo çima? Ev hevalan ruxmî ku dev ji jiyana civakê û malbatên xwe berdane hatine, ji bo bi tenê bigihijin armancên ku dane pêşiya xwe hemû zor û zehmetiyan dane li ber çavan û li himber dijmin bi rihekî fedaî disekinin, lê belê çima hevdû tengav dikin! Bi rastî jî pir balkêş e û mirov wate jî nade. Axiftina Rêber APO ku ji me re digot, ez ji sedî not û pênc li himberî we têkoşîn dikim û ji sedî pênc jî li himber dijmin her di mêjiyê min de zindî dibû. Dema ku em îro li civîna me mêze dikin, em baştir fêm dikin ku dijmin çiqasî bi civaka me leyîstiye. Xuya dike ku emê hêjî bibînin, ji ber ku civîn û nîqaşên me berdewam dikin…
10`ê Hezîranê: Ev 15 roj in em bi civîn û nîqaşan derbas dikin. Piştî platformên hevalê Çiya û Rojhat û hevala Sema ku pir berfireh çêbû, di sê rojan de jî me civîna rêveberiyê bi dawî kir. Û îro jî bi hemû hevalan re me civînek çêkir. Êdî bi hevalên ku dê herin herêman re emê nîqaşek xurt bikin û dawî li civanan bînin, dest bi xebatên xwe bikin. Belê 15 roj in me bi berfirehî û kûranî pirsgirêkên eyaleta Xerzan girt dest û nîqaşek xurt meşand... Em bawer in ku ewqas nîqaş ê bandoreke baş li ser xebatên eyalatê bike.
Erê heval û xwendevanên hêja, hûnê bibêjin di nav hevaltiya PKK’ê de û li serê wan çiyayên azad çima ewqas pirsgirêk derdikeve? Rast e, lê belê Rêber APO tim ji me re ev digot: Şerê min ji sedî not û pênc li hember paşverûtî û şaşîtiyên we ye, ev gotin tê vê wateyê ku bi tenê tevlîbûn û bûna rêvebir nayê wê wateyê ku em bûne PKK’î. PKK`î bûn bi şehîd û bi nirxên PKK`ê re jiyan kirin e û li gorî wê bi serkeftî xebat meşandin e.
13`ê Hezîranê: Me duh jî bi koma herêma Sason, Motkî û Tetwanê re civîn çêkir û piştî xatir xwestinê komên herêma Tatwan û Motkî ji me cuda bûn û çûn ser karên xwe. Îro jî wê koma Sasonê ji me cuda bin û biçin ser xebatên xwe. Hevalên ku ji me cuda bûn dilgeşî û hêviyek mezin dane me ku dê xebateke serkeftî bimeşînin….
14`ê Hezîranê: Roj baş Kurîs! Li ser bilindahiya çiyayê Kurîs Roj baş berxwedêr û şervanên azadiya Kurdistanê! Hûnê bêjin çima ev ba û bêhna xwe ji vê nivîsê tê? Belê duh êvarê ji bo naskirin û dîtina der û dora çiyayê Kûrîs em bi hevalê Erhan û hevalê Adil re hatin ser bilidiya Kurîs. Şev saet 10-11 leşkerên Tirk ji qereqola Kesrê çend top ji ser me re avêtin Dola Şêx Cuma..
Bi ronahiya rojê re em şiyar bûn. Lê ezê çawa navsera Kurîs û derdora wê ji were bêjim, an jî şopê ku bi salan gêrîlayên azadiya Kurdistanê, berxwendaniya wan bêjim! Baş tê xuya şopên ku li ber çavê me bêhn û rûkeniya ciwanên Kurd ku bi berxwedanekek bêhempa jiyan kirine tê li ber çavê me mirov. Ji parçên qazan û bomban! Ji kevirê hûrbûyîne û qalikên fîşekan bes e ku mirov berxwedanî û şerê mezin ê çêbuye fêm bike! Tenê bi hesinên qazanan û roketan, parçên firoka ku hevalan anîbûn xwarê ku parçê wê li wan zinaran belav bûye.
Erê hevalno; xuya dike ku leşkerên artêşa Tirk çiqas asteng bûne û bêçare mane ku bi tona qazan û fîşek bi ser hevalan de barandine, bi van nîşanan kifş e. Ger ku îro em bi rihetî bi ronahiya rojê re çaya xwe çêdikin, penêrê xwe daydidin li ber xwe dixwin ev bi encama berxwedaniya şehîdên nemir û gerîlayên Kurdistanê ye. Belê, bi ronahiya rojê re ji bo taştêya sibê, heval Erhan û Adil dest bi amadekariya çay û penêr sorkirinê kirin. Erê xwendevan û hevalên hêja, li aliyekî şahîd û rûkeniya me ku bi berxwedana hevalan, xwîn û xwîdana ku rijandine tê li ber çavê me.
Li rojhilatê me Geliyê Şêx Cuma û li rojavayê me Geliyê Bilîsê heta ku çavê me dibîne gund, çiya, dol û tev bi daristanên xweşik hatine xemilandin xuya dike. Erê hevalno! Bi çavê Kurîs li xweşikbûna welatê Xerzanê çiqasî mirov zindî dike we zanibana?...
17`ê Hezîranê: Roj baş Sîser, roj baş welatè Xerzanê. Doh Kurîs îro jî em mêvanê Sîser in. Ev çend roj bûn me rapor û nîşe ji bo Başur dinivîsand û me bi hevalê Zagros re rêkir. Tenè ez na hevalê Rizgar, Kendal, Zagros û hevala Şîlan jî di nivîsandina van raporan de gelekî westiyan. Duh êvarê ji bo em herin li serê Sîser, bi hevalê Erhan û Kendal re em hatin li cem hevalê Rêzan ê Torî. Hevalê Rêzan ev demek e ku bi tenê tim li ser mekîneyê ye û ji hemû hevalan re cilan didirû.
Di berbanga 4`ê sibê de, bi ronahiya rojê ya pir hindik re ji ber ava Geliyê Şêx Cuma me berê xwe da hevrazê Sîser û berbi jor hilkişiyan. Ji ber zinarên asê û bayê hişk ê dihat, heta em gihiştin navsera Sîser saet bûbû heşt. Carna me xwe bi teht û şikêran digirt, carna jî me xwe bi giha digirt û gav bi gav em gihiştin ser serê bilindahiya Sîser. Derketina wê çiqas zor û zehmet bû jî, lê belê hevalê Kendal ruxmê, vê wêneyên me û yên çiyan kişandin îxmal nekir. Belè bi gihaştina ser Sîserê re destpêkê me derdorên xwe bi dûrbûnê meyîzand. Heval Kendal jî bi kemara xwe, heta ku çavê wî didît welatê Xerzan kişand kamarê û hevalê Erhan jî çaya me çêkir. Bi penêrê koçeran ê sîrikî re danî ber me û me taştêya xwe li ber wî bayê gur ku li bilindaya Sîser li me dida xwar. Ruxmê ku çayên me yê di îskanan de ji ber bayê cemidî yê lûtkeya Sîser zû sar dibû jî, lê belê li ser Sîser çay xwevexwerin çay çiqas xweş e we zanibûya!
Bi dil û çavê Sîser çawa ezê ji we re vebêjim delaliya welatê Xerzan!..
Bi dûrbûna xwe ya ku ji 50 mêtro tîneê 7 mêtro, li başurê me çiyayê Mava û heta Herakolê çiqas mij û dûman hebe jî dîsa jî xuya dike. Bajarê Sêrtê, belê Sêrt warê hevala Silav ku 2004, hevalê Kendal Midyat û Doxan Hesekê 2005 di pêkanîna çalakiyekê de bi qehremanî şehît ketibûn li ber çavê min e, û navça Şîrvan, Bayîqan û Kurtalan xuya dike. Çiyaya Qalanus jî bi heybeta xwe baş xuya dike.
Erê Sîser, bejn û bilindbûna zinarên te ji ya birayên te Kurîs û Kember bilndtir e û tu bala welatê Xerzan tevî dikşînî ser xwe!
Li gor mîtoolojiyê ku gundî dibêjin Sîser birayê mezin, Kurîs ê piçuk e û Kember xwuşka wan e. Emê bixwezin rojek herin mêhvandariya Kember jî.
Wek ku te bala me jî kişand ser xwe, bi sedan hevalên ku li meyîzandina te têrnedibûn li derdora te mane û ji kaniyên ber sînga te ava cemidî vexwerina, Merwan, Mizgîn, Xêrî, Xelîl, Kemal û gelek qehremanên şoreşa Kurdistanê. Wan jî tu dîtî û te jî wan dît!..
Erê Sîser ez çiye te binivîsim? Giha û kulîlkên ku li ber bayê ji navserê tê dihejin, anjî ew dengê bayê te ku wek sitrana dibêje deng jê tê û bêhnek xweş li rûye me dide... Û xweşikbûna pezkoviyên te ku ji me natirsin. Belê rastî jî me yek bizin û sê karikê wê ku bêyî ku ji ber me birevin li pêşya me dimeşîn, maka wan jî ji ber ku çêlikên wê baş nikarîbûn bimeşin hêdî hêdî bi wan re dimeşî. Makeke ku sê karikê wê heyî, ev jî dewlamendiya Sîse!
Ma ev dewlemendî bi nivîsandinê xilas dibe, pêwîstike li ser wê pirtûk were nivisîn, dibe ku dîsa jî têrê neke.
(Ji Rojnivîska hevalê Heqî Mardîn)
Dê bidome…