HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Di sala 1998’an de em komeke jinan a 13 kesî li mala Rêbertiyê di perwerdeyeke kûr de bûn. Her roja me li gor bernameya Rêbertiyê dimeşiya.

Dema Rêbertî li malê bû, rojê du caran ji me re analîz dikir û ber bi êvarê derdiket werzîşê. Berî ku Rêbertî were, em hemû li qadê rêz dibûn û li benda wî bûn. Rojekê dîsa ji bo werzîşê amade bûn û dema derketin baxçe dîtin ku Rêbertî berî me derketiye. Wê rojê em nekarîbûn xwe bigihînin wî. Ji ber ku fam kiribû em dereng mane, rasterast neçûbû qadê; li baxçe rawestiyabû û li benda derketina me bû. Dema me dît, hêdî hêdî ber bi qadê ve meşiya. Wê rojê tiştek ji me re negot. Me jî xeletiya xwe dît û bêdeng li pey wî meşiyan. Hîn ne gihîştibûn qadê ku Rêbertî ji nişkê ve rawesta. Me dît ku mirîşk û çêlikên wê ji rêya me derbas dibin. Rêbertî heta derbas bûn gavek jî neavêt û rê da wan. Piştî ku çêlik derbas bûn, li me zivirî û pirsî: “Yek ji van kêm e, li ku ye?” Dema rêhevalek got em nizanin, Rêbertiyê got: “Ez dizanim; li vir marek heye, bêguman wê xwariye,” û meşiya.

Bi rastî, heta wê demê min nedizanî çend çêlik hene û tu carî bala min nekişandibû. Her çiqas min gelek caran li baxçe didîtin jî, min hewcedar nedîtibû ku bijimêrim. Ji bo min hûrguliyeke sade bû ku diviya mirov li ser nesekiniya. Ji ber vê, li hember helwesta Rêbertiyê û zanîna hejmartina çêlikan şaş mabûm. Ji xwe re digotim, Rêbertî çawa hejmara wan dizane? Lê Rêbertî kesek bû ku hemû hûrgiliyên jiyanê bi baldarî dişopand û mane li wan bar dikir. Ne gengaz bû hûrguliyeke wisa ji dest bide. Li gor mantiqa min a wê demê min mane nedida wê, lewma şaş mabûm. Wê rojê digot: “Divê ev mar bê kuştin.” Paşê em hemû çûn qadê ku topê bilîzin.

Em hemû baş dizanin ku Rêbertî mirovekî li gor paşnavê xwe ye û tiştê ku dibêje bi temamî pêk tîne. Çend roj derbas bûn; rojekê dema li qada topê bûn, bihîstin ku Rêbertî gazî me dike. Ji nav têlan nihêrîn û dîtin ku hewl dide marekî bikuje. Ji ber ku dixwest em jî bibînin û dersê derxin gazî me dikir. Hinek heval bazdan cem wî; yên din ji nav têlan temaşe kirin. Bi mar re mîna ku di şer de be têdikoşiya. Di destê wî de dareke biçûk hebû. Piştî têkoşîneke kurt, mar kuşt û xist ser darê. Bi kêfxweşiya serkeftinê bê rawestan dikenî. Ji hevalên ku çûn cem wî re tişt digot û dikenî. Di dawiyê de mar anî qadê, nîşanî me da, piştî çend nirxandinan ew avêt derveyî qadê û hat topê lîst.

Wê demê em hemû bi baldarî li Rêbertiyê dinihêrîn. Bi rastî, heta tiştê ku gotibû pêk dianî, dev jê bernedida. Ger armanc zelal bû, serkeftin jî teqez bû. Ev şêwaza Rêbertiyê bû; tu carî têkçûn qebûl nedikir. Îdîa û hêza lêdanê ya ecêb hebû. Li hember tiştekî ku me tu hestiyarî nîşan nedida, ew hestiyariyeke mezin nîşan dida. Li hember bûyer û diyardeyan rêbazên pir cuda û dewlemend bikar dianî da ku tiştê dixwest hîn bike têgihiştî bike. Ji ber ku li cem Rêbertiyê her tişt xwedî mane bû, dikarî hestiyariyeke ewqas mezin nîşan bide. Girêdana wî ya bi xwezayê re hestiyariyeke bêhempa dihewand. Me gelek mînakên wê dîtin. Ji hestiyariya wî ya li hember çêlikekî heta nirxa ku dida mirovan, Rêbertî xwedî kûrahiya maneyê bû. Zimanê xwezayê fam dikir û dizanî. Danûstendina wî ya bi heywanan re pir dijwar bû ku mirov mane lê bar bike, ji ber ku heywanan ew fam dikir. Mînak, heman kevokên ku dema em nêzîk dibûn direviyan, dema Rêbertî diçû li dora wî difiriyan û li dest, mil û serê wî rûdiniştin. Piştî ku Rêbertî di 15’ê Sibatê de dîl ket, wan kevokan jî nekarîbû tehemûl bikin û yek bi yek mirin. Girêdana Rêbertiyê ya bi xwezayê re ewqas kûr bû û fêmkirin û îfadekirina wê danûstendinê bi rastî pir dijwar bû.

Li cem Rêbertiyê cihê diyardeya mirov pir cuda bû. Rojekê gotibû: “Mirov teknîka herî baş e.” Ji ber vê mirov ji bo Rêbertiyê qada xebatê ya bingehîn bû. Dîsa û dîsa diafirand û tîpolojiyên nû ava dikir. Vê yekê wek veberhênana pêşerojê pêş dixist û şekil dida. Rêbaza wî ya bingehîn bi perwerdeyê hîn kirin bû. Ji ber vê giraniya mezin dida analîzên civaknasî, derûnî û kesayetiyê. Bi dayîna taybetmendiyên civaka xwezayî li kesayetiyên me yên perçebûyî, me ji nû ve diafirand. Di vê çarçoveyê de, bi analîzên jinê—ku cewhera civakê ye—me bi rastiya xwe re rû bi rû dihêla. Ji xurtbûna jinê û vegera wê ya cewhera xwe dest pê dikir û hewl dida civakê ji nû ve şekil bide. Bi rastî, Rêbertî bi çareserkirina zayendperestiya civakî di gel de şoreşek afirand.

Lê wan xwest gelek projeyên wî nîvco bihêlin. Dema Rêbertî ji bo pêngaveke nû amadekariyên pir xurt dikir, bi komployê re rû bi rû ma. Hêzên statûkoxwaz ji bo ku destûr nedin pêngaveke wisa dest bi êrîşê kirin. Îtîfaq û konseptê hevpar ê hemû hêzên paşverû hebû. Êdî çi dikarî vê girseya ji rê derketî rawestîne? Dema rêhevaltiya kêm û dostaniya derewîn jî lê zêde bûn, tablo bi temamî qediya.

Rêbertiyê vala negot “zilamê derewîn û zalim”. Ma ne ev aqilê zilam e ku me bi êşên ewqas dijwar re rû bi rû hiştiye? Her çiqas binivîsin û vebêjin jî, têrê nake hêrsê di hundirê me de bitemirîne. Em li hember sûceke mirovahiyê ya ewqas mezin in ku zimanê mirov naçe ku vebêje.

Ji mirovekî ku ewqas ji mirovahî û xwezayê hez dike û tenê di xizmeta wan de dixebite çi tê xwestin? Di pergala modernîteya kapîtalîst de guh ker, çav kor û ziman mîna ku lal bûne. Her çiqas qebûlkirina vê rastiyê dijwar be jî, dema mijar Rêbertî be ne dad, ne maf û hiqûq û ne jî mirovahî dimîne. Bêguman modernîteya kapîtalîst wê li hember dijberiyeke îdeolojîk çavên xwe negire û hemû êrîşên paşverû yên ji destê wê tên pêk bîne. Lê baş tê zanîn ku Rêbertî di pêvajoya Îmraliyê de felsefeya mirovê azad hîn kûrtir kir û zemîna şerekî mezintir li dijî qalibên ramana pergala îro xurt kir.

Rastî ev e ku li hember vê pergala paşverû û dijmirovî ya ku kêliyên xwe yên dawî dijî, azadî wê bi ser bikeve! Heta xweza jî mîna ku tola wê hildide refleksên xwe nîşan dide. Em bi hemû hebûna xwe bawer dikin ku Rêbertî di demeke pir nêz de wê bigihîje azadiya xwe û azadiya hemû mirovahiyê pêk bîne. Wê demê projeya civaka exlaqî-siyasî ji nû ve jiyan bibîne!..

Silav û Rêzên Şoreşgerî

Bengî Mûş