Heval Azad Eruh di sala 2009’an de bi hevalekî xwe re tevlî refên me bû. Li qada Gabarê bû. Hêj tenê hivdeh salî bû. Hevalan dixwestin wî bişînin başûr.
Ji aliyê temenî ve biçûk bû û ji aliyê fîzîkî ve jî zehmetî dikêşa. Lê heval Azad xwedî kesayetiyeke ewqas serhişk bû ku bi gotina, “Çiyayê Çiravê cihê heval Agit e, Pêngava 15’ê Tebaxê li vir hat kirin, ji ber vê yekê ez ê li vir bimînim,” daxwazên hevalan red kir. Pir bi Çiravê ve girêdayî bû. Wekî ku Pêngava 15’ê Tebaxê bandoreke mezin li gelê Eruhê kiribû, bandor li wî jî kiribû.
Di destpêkê de xwest navê xwe bike Agit. Lê dema hevalê din ev nav hilbijart, ew neçar ma navê xwe bike Azad. Navê hevalekî ku di wan deman de şehîd bûbû dan wî. Xwest li qada Çiravê bimîne. Di hin deman de li Gabarê û di hin deman de jî li qada Çiravê ma.
Heval Azad mirovekî pir jîr bû. Ji ber ku berî hatina çiyê di xebatên ciwanan de jî cih girtibû, ji ramanên Rêbertiyê re ne xerîb bû. Jiyana gerîla zû fêm kir. Di her hewldana çalakiyê û di wezîfedarkirinên asayî de xwest cih bigire. Bila em çalakiyan li aliyekî bihêlin, Gabar heta ji aliyê gerîlatiya asayî ve jî qadeke zehmet e; ne her kes dikare serî lê derxe. Derdora wê ji aliyê 29 tabûran ve hatiye dorpêçkirin. Li wir gerîlatî bi serê xwe karekî zehmet e. Tevî van şertan heval Azad xwest li wir bimîne. Digot, “Divê em wekî gerîla Gabarê vala nehêlin; kîder zehmet be ez ê li wir têkoşînê bimeşînim.” Ew di vê astê de dilxwaz bû.
Bê rawestan pêşniyara çalakiya fedayî dikir. Projeyên di serê xwe de pêşkêşî hevalan dikir. Digot ku dikare li Eruhê êrîşek bê kirin. Ji ber ku temenê wî biçûk bû, hevalan wî tevlî çalakiyan nedikirin. Lê di jiyanê de ew ji bo me hemûyan mînak bû.
Di sala 2011’an de em di heman taximê de bûn. Dû re vesaziya wî hat guhertin û dest bi cihgirtina di taximekî herêma Gabarê de kir. Taxima ku ew jî tê de bû, ji bo wezîfeyê çûbû aliyê Güçlükonakê. Li wir dikevin kemînê û heval Azad birîndar dibe. Ji bo tiştek neyê serê hevalên wî, ji wan re dibêje ku wî bihêlin û biçin. Lê hevalan wî nahêlin. Wî heta cihekî tînin û heval Azad şehîd dibe. Ji ber ku pir ji hevalên xwe hez dikir û nexwest zirar bigihîje wan, dibêje, “Bombeyek li ba min bihêlin û biçin.”
Jixwe, erdê nas bike yan nas neke, her tim li pêş dimeşiya û ger xeter hebû, dixwest bi xwe pêşwazî lê bike. Jiyana gerîla û kesayeta fedayî ya PKK di xwe de bi cih kiribû. Tevî temenê xwe yê ciwan û ku pir kevn nebû, tevlîbûneke fedayî nîşan da. Dema şehîd bû jî li herî pêş dimeşiya. Derbarê wî de gelek tişt hene ku bên vegotin.
Ji bo ku perwerdeyên zivistanê bi hêz derbas bibin, bê rawestan pirs dikir. Bi gotina, “Ez we pêş bixim, hûn jî min,” nîşan dida ku nêrînên xwe ji yên kesên din kêmtir nabîne. Parastina Rêbertiyê tu carî ji destê xwe nedida û her tim dixwend. Bi rêya nîqaşan hewl dida ramanên Rêbertiyê fêm bike û veguhezîne jiyanê.
Her tim bi hevalan re di nava diyalogê de bû. Pêşniyar kir ku êrîşek li navenda Eruhê bê kirin. Digot, “Bi vê êrîşê em ê dîrokê ji nû ve binivîsin, em ê çalakiya duyemîn a 15’ê Tebaxê bikin.” Dema çalakî li Eruhê hat kirin, ku ew di wê çalakiyê de cih negirt pir li zorê çû. Çalakî berevajî bûbû û sê heval şehîd bûbûn. Li ser vê heval Azad bi gotina, “Min Eruh nas dikir, diviyabû ez di vê çalakiyê de cih bigirtama,” giliyê xwe kir. Hevalan gelek xwestin wî bişînin başûr, lê wî qebûl nekir. Şehadeta wî ji ber sedemên cuda demeke dirêj nehat ragihandin. Daxuyaniya ku di 4’ê Tebaxa 2013’an de ji aliyê Fermandariya Navendî ya HPG’ê ve hat dayîn derbarê wî de bû:
“Em bi Rêz Heval Azad, Qêrîna Azadiyê ya ku di Dilê Botanê de Mezin Bû, bi Bîr Tînin
Hevalê me Azad ê ji Siirtê, bi hîskirina berpirsiyariya xwe ya mezin a wijdanî tevlî tevgera me ya azadiyê bûye û ji bo domandina meşa biryardar berê xwe daye çiyayên me yên azadiyê. Hêza hesabdana wijdanî ya di wî de, dema îradeya ku dikare li hember êş, zilm û zextê bibêje raweste ava dikir, wekî hevalekî ku bi hêvî kenê meşa ber bi azadiyê dijî, bandoreke mezin û kûr li me hişt. Hevalê me Azad di sala 2011’an de di encama êrîşên ku dijmin pêş xist, tevlî karwanê şehîdên azadiyê bû. Sekna milîtanî ya hevalê me Azad, ku bi kesayeta xwe ya bihêz û biryardar li dijî her cure êrîşên dijmin têkoşiya, dê bibe hêza ronîker a meşa têkoşîna me.”
Navê Kodê: Azad Eruh
Nav û Paşnav: Selim Özer
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1993 Siirt
Navê Dayikê: Rahmete
Navê Bavê: Nurettin
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 2009 Eruh
Qadên ku lê Ma: Botan
Dîrok û Cihê Şehadetê: 30 Gulan 2011 Gabar Botan
Hevalê Têkoşînê
Welat Urfa
