HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çarçêla wek hemû Havînan mîna Biharek xemilandî ji şervanên heqîqetê re dayîktî dike. Di liv û tevgera hemû zindiyên vê derê de hişê azadiyê dide avakirin û bi bilindahiya xwe mirovan jî bi xwe re bilind dike. Hemû kulîlk, sosin, beybûn û berîn di nava mêrgande, li ber keviyên berfê, di nava ahengekî bedew de di dilê mirovan de hestiyarwariyek ji kevneşopiyan pergalê dûr, di nava xwîn û henaseya me de dide avakirin, wekî me berbi cewherê me ve bibe. Di rastiyê de ceneta ku di hişê mirovan de derbas dibe Çarçêla tîne bîr. Mirov pir caran dixwaze ku ji xwe re bibêje: ger ku rojek ji jiyan û mirin hebe ew jî bila li ser vê axê be. Ji berk u wê rojê wê azad be.

turizmBelê Çarçêlaya rengîn, kesên ku ticaran haya wan ji hebûna te tinebûn, îro di xwazin di şûna zarokên têe de xwe bifiroşin te, lê bila baş bizanin k her dayîk bi bêhna zarokên xwe dizane û nayê xapandin.

Di singa her gelekî de navê Egîdek, li ber siya her zinarek xwîna lehengek av dide axa te, tu bi wan mezinbûyî û tuyê bi wan azad bibe. Ji bona wê jî tu xwedawenda xweşikbûn û jiyana azad û wateyî.

Belê çiyayê xweşevîst di himêza te de mezinbûyîn bi evîna jiyanek bi coş û azad de têkoşînkirin tu fikarên bi mirov re nade avakirin, berovajiyê vê yekê bi wê eşqê têkoşîn kirin me sermest dike, ji ber di demarên meyên jiyanê de hean hucre tevdigerin.

Dixwazim bibim têkoşerê te, di nav av û esmanê te de wêneyê xwe bibînim, di xwazim li ber bêhna sosinên te fêrî jiyanê bim.

Bi rastî jî xwezaya Çarçêla wekî ku ji bo wêneyê xweşikbûnê hatibe afirandin, hertim xwe pêşkêşî mirov dike. Hema hebûnên ku heyî rengekî bi wate ji Çarçêla dixemilînin û bi taybet hebûna Gerila li ser vê axê wekî ku zarok li cem dayîka xwe bi me dide hîskirin.

Mirov hertim dixwaze bi vê oxê re bibe yek ev girêdan rastiya PKK ê ya ku wate ji bo hemû çiyayên welatê me daye avakirine. Wêneyê rastiya civaka me di van çiyayan de veşartiye, ev rastî jî bi PKK ê gihîşte cewhera xwe.

7.1.2011   

Zagros GARZAN