Ez û gurûpeke heval me berê xwe da Goristana Şehîd Cîger, warê hevalên şehîd bi hedar û aram e. Hemû heval ji bo yek dozê şehîd ketin e, lê belê çîroka her yekî ji wan a gerilayetî ji hevdû cûda ye. Li herêmên cewaz gerilayetî kirin e, bi bûyer û zehmetiyên cûda re derbas bûne, dibe ku hinek hevalên şehîd berî ku şehîd bikevin hevdû nasdikirin, niha jî li gel hevdû ne. Lê ya girîng hevalên ku gora wan li goristana şehîd Cîger e, hevalên gelekî kevn in û hinek heval van salên dawiyê jî şehîd ketin e hene. Ez hinek hevalan dinasim û min hevalên dîtir jî nû naskirin.
Ez gelek caran çûme wê goristanê, di her çûyînekê de hest û fikarên cûda bi min re hevalbend in. Heyecana her carekê ji cara dîtir zêdetir e. Kulîlkên wê, wêneyên wê, lênûsa wê, her tişt ji min re nû tê û ji dilekî germ ez silav didim wê goristanê. Bi fikara gelo ezê gora kîjan hevalê/î bibîn im, di serê min re derbas dibe, hestên xemgîniyê min dorpêçdikin, bîranînên ku min bi hinek hevalan re jiyankirine têne bîra min. Êdî ez bideng bi wan re naxivim, ezê di dilê xwe de silav bidim wan û di giyan de wan hîsbikim. Min gelekî bêriya wan kiriye, sîmeyên wan, rûkeniya wan û bîranînên wan ên berê di mejiyê min de ne.
Em gihîştin goristanê û di nava gurûpê de tenê min goristana şehîd Cîger dîtibû û nasdikir. Her yek ji me heyecaneke cûda dijî, ji milekî ve ew ciyê pîroz dîtin moralekî mezin bû, lê gora ew qas hevalan dîtin zehmet bû. Hevalên ku li wêderê dimîn in hatin pêşiya me. Ji hejmara me ya zêde hinekî matmayî man, texmîn nedikir ku em ew qas heval bi hev re biçin serdana wan. Em hemû heval bi hev re derbasî goristanê bûn. Ez destpêke çûme ser gora hevalê Leheng Qamişlo, Rojhat Kobane, Harûn Wan, Partîzan Mêrdîn û hevalê Alî. Ev her pênc heval sala 2011 an bi êrîşên hewayî şehîd ketin. Wexta ku şehîd ketin ez jî li wê herêmê bûm. Ew sê roj bûn min ji wan re gotibû ezê biçim li yekîneyên leşkerî bigerim û pişt re dîsa bîzîvirim ciyê ku ew lê dimîn in. Heta min ji hevalê Leheng re gotibû “ ka em xatir ji hevdû bixwaz in şer e, dibe ku em careke dîtir hevdû nebîn in,” wê demê hevalê Leheng keniya, em herdu jî ne di rastiya vê gotinê de bûn, û me mîna henekan girte dest. Kesek naxwaze kêliyên xatir xwestin bijî…..ji ber ku gelekî zor in. Min cara dawiyê ew nedîtin, ji ber min xebera şehadeta wan bihîst û ji min re gelekî giran hat. Berî ku ez ji herêmê cûda bibim, dawiya sala 2011 an ez çûm ser goristana wan. Payîz bû, kesek heval li ber goristanê nebû, dar ketibûn şîniya Payîzê, herkesî xwe ji bo Zivistanê amade dikirin, lê belê Zivistaneke bê hevalê Leheng, Rojhat, Alî, Partîzan û Harûn wê derbas bikin. Wê rojê ji barîna baranê bêhna biyanîbûnê dihat, min nikarîbû wê bêhnê bikişîn im cergê xwe û nefesa min qutdibû. Lê belê vêcarê goristan bi kulîlkan xemilî bû û ava goristanê aza diherikî. Li ser goristana hemû hevalên şehîd kulîlk şînbibûn. Heval û gundî jî li goristanê hebûn, em hemû bi hev re li ser gorê hevalên şehîd digeriyan. Hinek gor bê nav bûn û kesek nizane ew cenazeyê kîjan hevalê/î ye. Gelekî zor e, dema ku mirov gorên bê nav dibîne, tu bixwaze nexwaze ew dîmen peyamekî cewaz dide dilê te û êşeke zirav dide canê te. Me yek bi yek li wêneyên hevalên şehîd meyzekir û hinek hevalan di lênûsa goristanê de nivîs nivîsandin. Ew lênûs xwedî nirxekî manewî ye, û bi wate ye, herkes dixwaze hestên xwe parvebike. Gelek hevalan di wê lênûsê de nivîsandibû.
Tişta ku bala min kişand, tiştên hevalên şehîd bûn. Şe, eyne, pêlav û pênûsên hinek hevalên şehîd li pey wan mabû. Hevalan ew tiştên hevalên şehîd xistine ciyekî de û diparêz in. Di heman demê de hevalan wêneyê şehîdên ku cenazeya wan li goristanê ye û wêneyê hevalên şehîd ên dîtir jî bi odeya lênûs tê de ye daleqandibûn. Wexta tu derbasî wê odeyê dibe, mîna hemû hevalên şehîd te pêşwazî bikin û ji milekî ve tu gelekî kêfxweş dibe, ji ber şopên wan hevalan wenda nabe. Wekîdîtir li kêleka goristanê bexçeyê Rêber APO hebû. Hevalan sala 2003 an destbi çêkirina goristanê kirine, bexçeyê Rêbertî jî sala 2005 an çandin e. Darên wê gelekî gewr e bûne û ji siya wan mirov rokê nabîne.
Em nêzî du demjimêran li goristanê man, her perçek ji goristanê peyameka ji hev cewaztir dida mirov. Heyecan û kêfxweşiya mirov li goristanê dijî, dibe ku ti carî bi destê mirov nekev e.
Medya SÎDAR