Ji gelê me û raya giştî re!
Hevala Viyan a li dijî ruyê reş ê komploya 15’ê Sibatê laşê xwe daye ber agir, şert û mercên Rêber APO yê tecrîdê nepejirandiye, di salvegera şehadeta wê ya 7’emîn de bibîrtînin û em ê jib o bîranîna wê heta xeyala wê ya sereke, azadiya Rêber APO bidest bixin em ê di biryardariya Rêheval Viyan de bimeşin.
Şeva 1’ê Sibatê bi 2’yê Sibatê ve girê dide Rêheval Viyan li dijî şert û mercên Rêbertiya me dîl tê girtin û li dijî polîtîkayên bişaftin û tunekirinê yên li dijî gelê Kurd laşê xwe daye ber agir. Ji bo bêtehemmuliya li dijî şertên dîlbûyina Rêbertiya me û dawîanîna li êşên gelê Kurd weke şopdareke kevneşopiya serhildanê laşê xwe daye ber agir. Rêheval Viyan di nameyên xwe de destnîşan dike ku ji xwe şewitandinê wêdetir dixwaze bibe şopdareke kevneşopiya cangorî ya Zîlanan û dibêje ku dixwaze bibe xwedî çalakiyeke mina ya Zîlan. Lê ji ber şert û mercên zivistanî nikare xwe bigihîne armanca xwe û ji ber careke din naxwaze tarîtiya 15’ê Sibatê bibîne, çalakiyeke bi vî rengî pêk tine.
Em weke tevger û gel her dem li dijî plan û polîtîkayên înkar û tunekirinê yên dewleta tirk di nava berxwedanê de bûn. Li dijî rastiya ruyê bi lanet yê komploya navnetewî ev 13 sale me berxwedaneke destanî nîşanda û ew ê ev berxwedan heta azadiya Rêbertiya me û gelê me bê bidestxistin wê berdewam bike. Dive gumanên tu kesan ji vê nebe. Dive were zanîn ku em xwedî biryardarî û ruhê tekoşînê ne. me div ê riyê de her tişt daye ber çavên xwe. Ji niha û şûn ve jî asta êrîşan çi dibe bila bibe, em ê dest ji tekoşîna xwe ya birûmet bernedin. Em vê biryardarî û îddiaya xwe ji sonda xwe ya ji kevneşopiya Zîlanan a ji bo azadiya Rêbertiya me û gelê me jiyana xwe feda kiriye û gihîştiye heta Viyanan, ji bo pêkananîna xeyalên wan ê nêvî maye digrin.
Gelê me jî weke kadroyê militant ê tevgera me baş dizane ku bê Rêbertî nayê jiyîn, azadiyeke bê Rêbertî ji bo wan jî ne azadiye, bi vê zanebûnê her cure fedakarî nîşan daye û herdem berxwedanî nîşan dane. Xwe li derdora Rêbertiya me pêçane û azadiya xwe di azadiya Rêbertiyê de dîtine. Tu carî Rêbertiya xwe tenê nehiştine û jib o komploya navnetewî vala bê derxistin, planên neyaran bisernekeve çi ji destê wan hat, pêk anîn. Girêdana xwe ya bi Rêbertiya xwe di her şert û mercê de nîşanda. Ji bo vê jî bêdarîzîn hatin înfazkirin, hatin qetilkirin, hatin girtin. Ji bo sala 2012’an bikin sala azadiya Rêbertiyê her dem li qadên çalakiyê bûn. Bajarên Kurdistanê di pêşengtiya jin û ciwanên Kurd de her roja xwe bi rengê serhildanê derbas kir. Şîara “Ji Rêber APO re Azadî” tu car ji ser zimanan neket. Muslum Dogan, Evrim Demîr, Firat Ezgî û yên wekî wan ku şopdarên kevneşopiyan Viyanan bûn ji ber tehemmula wan li şert û mercên dîlbûyina Rêbertiya me nemabû laşên xwe dane ber agir. Bi qasî çalakiya pîroz a Rêheval Viyan, em nîrx û wateyê didin çalakiya van ciwanên me yê girêdayî azadiyê ne. gihîştina biryardariyeke bi vî rengî bawerî û girêdaneke mezin dixwaze. Bêgûman girêdan û baweriyeke bi vî rengî tu car nayê lêpirsînkirin û wê herdem bi rêzadarî werin bibîranîn. Lê Rêheval Viyan di nameyên xwe de daye diyarkirin ku dixwaze ne tenê bi xwe şewitandinê, çalakiyeke bi rengê Zîlan li navendên ji gelê Kurd re înkar û tunekirinê rewa dibînîn lidarbixe. Ger em ê xwedî li Rêbertiya xwe û gelê xwe derbikevin û ji polîtîkayên înkar û tunekiriyê yên l iser wan tê ferzkirin re bêjin bese, gelek rê û rêbazên vê yekê heye. Gelê me û ciwanên me bêtehemmuliya xwe ya li beramberî dîlgirtin û esareta Rêbertiya me û gelê me dive bi vala derxistina polîtîkayên înkar û tunekirinê, bi vala derxistina operasyonên wan, li her qadan de di nava çalakiyan de bin. Li ser vê bingehê bangawaziya me ji hemû ciwan û jinên dilê wan bi agirê azadiyê dagirtî û dixwazin bibin şopdareke kevneşopiya Zîlan a dixwest bi Rêber Apo re bibe Rêheval, em bang dikin ku werin çiyayên me yê mekanên me yê azadiyê û qada sereke a tekoşînê ye.
Careke din em di salvegera 7’êmîn a şahadeta Rêheval Vîyan bibîrtînin û em destnîşan dikin ku em ê bibin xwediyê çalakiya bi biryar a Rêheval Viyan. Em ê sala 2012’an bê Rêbertî û bê azadî derbasnekin û teqez em ê azadiya Rêbertiya xwe û gelê xwe biafirînin. Em ê bîranînên rêhevalên xwe yê di riya azadiyê de bi biryardariyeke mezin gihîştine şahadetê bi çalakiyên xwe girêdana xwe ya bi wan re nîşan bidin.
Li ser vê bingehê em bang li hemû gelê xwe, jin û ciwanên Kurd dikin da ku xwedî li Rêbertiya xwe derbikeve û li derdora Rêbertiya xwe kom bibe.
Bijî sedemê jiyana me Rêber APO
Bijî şehîdên me yê şopdarê kevneşopiya Zîlan
Bijî tekoşîna bi rûmet a gelê me
1 Sibat 2012
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Star’ê