HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û raya giştî re!

Li dijî tevgera me ya Azadiyê konsepta şer a li dijî qadên gerîla yê me operasyonê bi armanca tunekirinê bê navber berdewam dike. Lê careke din bi hemû heybeta xwe li çiyayên Kurdistanê berxwedana gerîla yên azadiyê naçariya dijmin raxistiye ber çavan. Hevala Ronahî Mûrad a di nava berxwedana bi leheng a li Bestayê bi 14 hevalê xwe yê din re gihîştiye şahadetê. Di şexsê Hevala Ronahî de em hemû şehîdên xwe careke din bi rêzdarî bibîrtînin.

Ronahi - Gulnaz Ekîncî

Nasnav: Ronahî Mûrat
Nav û Paşnav: Gulnaz Ekîncî
Sal û Cihê Jidayikbûnê:1984 / Konya
Navê dayik û bav: Ayşe - Cemîl
Sal û cihê tevlêbûnê: 2001 / Konya
Dîrok û cihê şahadetê: 13 - 15 Sibat 2012 / Besta, Şirnex

Hevala Ronahî Mûrad di temeneke biçûk tevlî nava refê tekoşîna azadiyê bûye û di demeke kurt de bûye kesayeteke mîlîtan a xurt û bi awayekî aktîf tekoşîn meşandiye. Di tevahiya jiyana xwe ya tekoşînê weke mîlîtaneke jin, di hişmendiya bîrdozî de kûrbûn û di şer de jî xurtbûn ji xwe re esas girtiye û herdem xwe û derdora xwe pêşxistiye. Hevala Ronahî li çiyayên Zagros û Botanê di nav şer de bûye fermandar. Di hemû jiyana xwe de bi sekna xwe ya kedkar, fedakar û di hemû şert û mercên dijwar de sekneke mînak nîşandaye. Hevala Ronahî di pevçûna li Bestayê heta guleya xwe ya dawî şer kiriye û gihîştiye şahadetê. Hêza vîn û wêrekiya azadiyê ya naheje ya jina Kurd careke din di şexsê xwe de careke din nîşanî dijmin daye. Hevala Ronahî bi helwesta xwe ya berxwedêr nîşan daye ku êrîşên dijmin di kîjan astê dibe bila bibe, berdêla wê çi dibe bila bibe wê bibe mîsogeriya serkeftin û azadiyê.

Em jî weke şervanên azadiyê li gor pêwistiya girêdana bi şehîdan pêk bînin, sonda xwe ya azadiyê bi serkeftinê tacîdar kirinê careke din dubare dikin.

23 Sibat 2012

Fermandariya Biryargeha YJA-Star'ê