HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Sazûmana baviksalarî ku ev pênc hezar sal in di mêtandin û ji bona desthilatdariya xwe biparêzin ku tu rêbazek nemaye neceribandine, îro jî bi rastiya xwe ya herî qirêj û zalimane têkoşîna rûxandina mirovantiyê didin.

Ev sazûmana ku êşên mezin bi gelan û jinan didine jiyandin û bi vî rûyê xwe destdirêjiyê, hewl didine jinê bênirx bikin.

 

Ev desthilatiya zilam a dewletparêz, êrîşên mezin dibine ser pergal, raman û şêweyê dayîktiyê û di cehwerê xwe de bi vê zihniyeta xwe ya destdirêjiyê û bi pêkanînên xwe bûye qadeke mayinde. Ev çanda destdirêjiyê ku ev pênc hezar sal in ji cewherê xwe tu tiştek winda nekiriye, îro jî wekî dijminê herî mezin ê gelan û jinan e û di her qada jiyanê de jehra xwe belav dikin. Ev hêzên şaristaniya dewletparêz ku jiyana bingeha civakên ehlaqî û polîtîk tune dikin, nirxên mirovî dimezxînin, başî, xweşikbûn û jiyana azad li hember hebûna xwe xeterî dihesibînin, herî zêde jî bi çeka xwe ya dijzayendîtiyê, civakê dişkîne û wê ji qirkirinê dide derbaskirinê.

Em wekî jin, me ji vê sazûmana ku bi jehriya zayendîtî, netewperestî û olparêziyê hatiye sitrandinê, tu xêrek û tu rastiyek nedîtiye. Ev sazûmana ku jinê û rûmeta mirovantiyê dixe bin lingan, fena duh îro jî di şexsê jinê de li mirovantiyê û jiyana azad dide. Pêkanînên şîdetî li hember jinê û bûyerên destdirêjiyê ku li welatê me û li dinyayê jî her didomin, bêtehamûliya sazûmana zilam a aciz dide ber çavan. Ev bûyerên destdirêjiya li hember jinê ku di salên dawîn de li welatê me pêk tên, me milîtanên YJA-Star’ê ku em hêzên parastina rewa ne, neçar hiştiye ku daxuyaniyek bide. Dewleta tirk ku li hember tevgera azadiya kurd bi têkçûyînek re rû bi rû ye, partiya şerê taybet û herî bi lanet AKP, ji jinên kurd û zarokên kurd de destdirêjî û êşkenceyê rewa dibînin. Hêzên modernîteya kapîtalîst ku avakarê van êrîşanin, AKP’ya ku maşika van hêzan e, kurdên ku vîn û rûmet bi dest xistine, hewl didine tune bikin. AKP’ya ku riyên tunekirin, înkar, eciqandin, li navendên xwe yên taybet mejiyan dihelîne, îro jî bi gerînende û mamosteyên xwe yên pispor, hewl didin dersên destdirêjiyê di civakê de belav bikin û rewa bikin.

Em van polîtîkayên qirêj ku kurdbûna me, jinbûna me, rûmeta me ya mirovbûnê rencîn dikin, bi hêrs û nefretê pêşwazî dikin û em dibêjin ku, wê ew destên ku dirêjî zarok, dayîk û keçên ciwan ên kurd dibin, wê bêne şikandin. Li hember van hêzên xwedî zihniyeta zilamî  ku mafê me yê jiyanê tune dihesibînin, ziman, çand û rûmeta me bênirx dikin, em ê bi inyadî û bi israr têkoşîna xwe ya jiyaneke azad jiyandinê bi rengê jinê bidomînin. Ew hêzên ku ew jinên kurd ku li çiyayên azadiyê henas bi henas têdikoşin û wan bêhêz dihesibînin, ji çiyayên azadiyê wan hişyar dikin. Em wekî hêzên parastina rewa yên jinê didine diyarkirinê ku, em ê li hember van polîtîkayên ku jin û keçên me bênirx dikin û bênasname dikin bêdeng nemînin û em bang li van hêzan dikin ku dev ji van êrîş û armancên xwe yên qirêj berdin.

Dîsa em bang li wan keçên ku rastî êrîşa vê sîstemê dibin, ji bona ku hûn tola xwe ji wan bigirin werin çiyayên azadiyê. Li hember vê sîstema baviksalarî ku jiyanê ji me jinan re jehr kirine, em bang dikin ku keç û jin xwe birêxistin bikin, xwe zane bikin û çalakiyên bi bandor ên parastina cewherî bikin. Mîna ku Rêber Apo gotiye ku di her şert û mercî de bi jinê re rêhevaltî kiriye, li hember van êrîşên dijmirovî, divê em rojên heyî bikine rojên mehşerî. Divê em wekî jin tu carî dev ji rûmet û azadiya xwe bernedin û em hemû rojan bikin rojên hesap pirskirinê. Divê em bi wan bidine nîşandin ku, em ne ew jinên nezan, bêrêxistin û bêhêz in. Em wekî jinên gelekî ku bedelên mezin dane, em bi hev re bi rêxistinî û bi çalakiyan ji dinyayê biqirîn da ku ji bilî azadiyê tu vebijêrkeke me nîn e.

Wekî din li hember vê eyba mirovantiyê, em bang ji ew raya giştî ya Tirkiyê û dinyayê re dikin ku, nebine hevparê vî sûcî!

FERMANDARİYA YJA-STAR’Ê