HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê kurd ê welatparêz û rayagiştî ya demokratîk re;

Em wekî HPG û YJA STAR xesasiyetên pêvajoya bêçalakîbûnê diparêzên û di rewşa parastina sekna parastina rewa de ne. Encax digel pejinkariya hêzên gerîlayên me, Artêşa TC’ê li hember gerîlayên me bênavber operasyonên bi armanca tunekirinê li dar xistiye. Ji ber van operasyonên Artêşa TC’ê, pevçûn têne jiyandin û ji neçarî hêzên gerîlayên me bi parastina xwe bikin dikevine pevçûnan.

Hêzên me yên ku li gorî pêwîstiyên rojeva siyasî tevbigerin jî, hêzên ku li hember tu nêrînê hurmet nîşan nadin û xwedî zihniyeteke faşîzane ne, herî dawîn bi hêzeke mezin li hember sehaya me ya Zagrosê operasyon li dar xistiye û di vê operasyonê de me hevala Xurbet Şirnex şehîd daye.

 

Rêheval Xurbet ku di nava malbateke welatparêz de mezin bûye, piştî di sala 1999’an de piştî bi qomployeke navneteweyî ku serokatiya me dîl ket, ji bona li hember vê bersivek bide, beşdar bûye, her dem di têkoşînê de di refa pêş de cî girtiye û di asta herî jor de bûye xwediyê beşdarbûneke fedayî. Rêheval Xurbet ku bi sekna xwe ya fedayî ji me re her dem bûye mînak, em wê bi rêzdarî bi bîr tînin û soza bilindkirina têkoşînê didin. Em vê jî aşkere didine diyarkirinê ku, li hember êrîşan em ê hetanî dawîn mafê xwezayî parastina rewa di asta herî bilind de pêk bînin.

6 Cotmeh 2009

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR’ê