Ji Çapemenî û RAyagiştî Re
Endama Konseya Fermandariya HPG û YJA-Starê û Fermandara YJA Starê Zîn Avesta di meha Reşemiyê de ji ber penceşerê şehîd bû.
Nasnameya hevala me Zîn wisa ye:
Nasnav: Zîn Avesta Nav û paşnav: Hafîze Ozdemîr Cihê jidayikbûnê: Şirnex Navê dê û bav: Şemsê – Seîd Dîrok û cihê şehadetê: Sibata 2020’an – Dêrsim |
Zin – Hafize Özdemir
Rêheval Zîn a ku di nav kelepora berxwedana welatparêz a Botanê mezin bûye û tu carî li hemberî jiyana bêrumet a polîtîkaya qirker a faşîst a dewleta Tirk, di ciwaniya xwe de koletiya li ser gelê Kurd û jinan qebûl nekiriye û ketiye nav lêgerîna azadiyê. Bi ruhê serhildanê ya Cizîra Botan di sala 1993’an de tevlî nav refên PKK’ê bûye. Piştî tevlêbûnê di sala 94-95’an de li Dibistana Navendî ya Partiyê perwerde bûye. Îlankirina YAJK’ê ya ku Rêber Apo di wê demê de ava kiriye û ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Jinan bi navê artêşbûna jinan gaveke dîrokî ye, li ser hevala Zîn bandoreke kûrt ava kiriye. Wekî milîtaneke şoreşa Kurdistanê ya bi pêşengiya jinan geş dibe, li ser esasê felsefe û perspektîfa Rêber Apo derbasî welat bûye.
Rêheval Zîn ji roja ku tevlî nav partiyê bûye, bi bawerî û hewldaneke mezin di nav têkoşîna me ya azadiyê de berpirsyariyên mezin wergirtiye. Bi bihistyariya ku têkoşîna me ya azadiyê derxistiye holê, di nav têkoşîna me de ji bo jiyaneke watedar, bi hemû bîr û baweriya xwe têkoşiyaye. Herêmên Parastinê yên Medyayê de di serî de, li Botan û Dêrsimê peywir û berpirsyariyên demê bi cih aniye.
Rêheval Zîn fermandareke pêşeng ya xwedî tecrube bû. Di nav tevgera me ya azadiyê de xwe di nav heqîqeta Rêber Apo de ava kiribû û li ser helwesta jinên azad israr kiriye. Her dem li dijî ferasetên zayendîparêz têkoşiyaye. Di nav kesayetiya xwe de nasnameya PKK û PAJK’ê kûr kiriye, pîvanên milîtaniya şoreşger ji xwe re kiriye esas û li her derê bi danheva xwe ya îdeolojîk û rêxistinî xeta partiyê parastiye. Li hemberî her cure êrîşên li ser Rêbertî û xeta me ya partiyê bê helwest nemaye. Li ser esasê rêhevaltiya xurt a PKK’ê bi helwesta xwe ya mutewazî di nav rêhevalên xwe de bûye mînak. Bi qasî di warê rêxistinî û îdeolojîk de, di warê gerîlatiyê de jî xwedî tecrubeyeke xurt bûye. Rêheval Zîn bi vê helwesta xwe polîtîkayên îmhayê yên dijmin û êrîşên leşkerî pûç kiriye û derbên giran li dijmin xistiye. Rêheval Zîn di Şerê Gel ê Şoreşgerî de bi baweriyeke mezin peywir û berpirsyariya xwe bi cih aniye û berê xwe daye Dêrsima warê Sara, Zîlan û Sorxwînan. Di demên herî dijwar ên têkoşîna me de, tevî rêheval Şehîd Çetîn û Şehîd Baran peywira Fermandariya Qada Dêrsimê kiriye. Bi pêşengiya van rêhevalên me li qada Dêrsimê berxwedaneke xurt pêk hatiye. Li dijî polîtîkayên îmhayê yên di şexsê Rêber Apo de li dijî tevger û gelê Kurd tê kirin, li Dêrsimê jî bi pêşengiya Baran, Çetîn, Zîn, Dogan, Dîcle, Delîla, Ronahî, Ozan, Atakan û Çîçekan bi ruhê Apoyî pêşengiya şerê gel ê şoreşgerî kirine.
Em careke din rêheval Zîn bi bîr tînin a ku di xebatên HPG û YJA Starê de ked û hewldaneke wê ya mezin hebû. Di şexsê rêheval Zîn de em hemû şehîdên şoreşê bi hurmet bi bîr tînin û bi xwedîlêderketina nirxên azadiyê yên ku bi berxwedana şehîdên me hatiye kirine, em soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên welatê azad a bi Rêbertiya Azad pêk bînin.
Malbata rêhevala me Zîn di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin. Di şexsê rêheval Zîn de, em soza girêdanbûna hemû şehîdên xwe dubare dikin.
28'ê Gulanê 2020
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê