Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker çalakî li dar xistin. Di vê çarçoveyê de;
9'ê Hezîranê saet di 12:00 de hêzên me yên YJA Starê li dijî leşkerên li ser Girê Partîzanê çalakiya sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.
10'ê Hezîranê saet di 13:40'î de hêzên me yên YJA Starê li dijî leşkerên li ser Girê Konferansê yê Mezin çalakiya sûîqestê kirin û leşkerekî dijmin hate kuştin.
Hêzên me heman rojê saet di 17:30'î de li dijî yekîneyên dijmin ên li ser Girê Konferansê yê Mezin cara duyemîn çalakî kirin. Derbên giran li stargeh û çeperên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de hatin kuştin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.
2. 10'ê Hezîranê saet di 04:00 de li navçeya Çelê ya Colemêrgê artêşa TC a dagirker li derdora Girên Canmeda û Şelale yên li herêma Xeregolê dest bi operasyonê kir.
Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de ku li herêmê dewam dike, heman rojê saet di 11:00 de li dijî yekîneyên operasyonê çalakiyek kirin. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hate xistin, hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.
Operasyona li herêmê hîn jî dewam dike.
3. 29'ê Gulanê artêşa TC a dagirker li qada Deriyê Egîda ya herêma Herekolê ya Sêrtê dest bi operasyonekê kir. Artêşa TC a dagirker bi helîkopteran û topên obus û hawanan bombe li qada operasyonê barand û bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker li herêmê danî. Piştî ku leşker hate danîn di navbera hêzên me û artêşa TC a dagirker de şerekî giran qewimî. Di vî şerî de ku 2 rojan dewam kir, zêdeyî 10 leşkerên dijmin hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Di şer de 3 hevalên me yên heta fîşeka xwe ya dawî li dijî yekîneyên dijmin şer kirin şehîd bûn.
Artêşa TC a dagirker leşkerên xwe yên di operasyonê de hatin kuştin bi rêya medya xwe weke bûyereke qezayê nîşan da, bi vî rengî nûçeyên derewîn weşand û hewl da ku windahiyên xwe veşêre. Leşkerên ku mirin di encama derbên giran ên hêzên me de hatin kuştin.
4. 10'ê Hezîranê saet di 13:00 de hêzên me li qada Sari Tosûn a navçeya Pulurê ya Dersimê li kûleyeke çavdêriyê ya artêşa TC a dagirker xistin. Depoyek, 6 kamera û paneleke rojê ya li kûleyê ji aliyê hêzên me ve hatin îmhakirin.
5. Di daxuyaniya 31'ê Gulanê de me ragrihandibûn ku artêşa TC a dagirker di navbera 13 û 18'ê Gulanê de li qada Çiyayê Gabarê yê Şirnexê operasyon emşandiye û di vê operasyonê de hevalekî me şehîd bûye. Agahiyên li ser nasnameya hevalê me yê şehîd bûye wiha ye:
Nasnav: Reşo Xerzan Nav paşnav: Ziya Taş Cihê jidayikbûnê: Sêrt Dayik-Bav: Fatîme-Mûsa Dem û cihê şehadetê: 17'ê Gulana 2020'an / Gabar |
Reşo – Ziya Taş
Hevrêyê me Ziya Reşo sala 1992'an li Sêrtê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrê Reşo hîn di zarokatiya xwe de şewitandina gundan û koçberkirin dît ku bi destê dewleta Tirk a dagirker hatin kirin. Ji hingî ve ji berxwedana PKK'ê hez kir. Hevrê Reşo pêkanînên cihêkar ên dewleta faşîst di dema xwendina zanîngehê de baştir dît û êdî fêhm kir ku têdikoşin nebe nabe, ji bilî berxwedana gerîla azadî pêk nayê û sala 2013'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Reşo di heman demê de bi fedakarî û kedkariya xwe dihate naskirin. Di şerê dijî artêşa TC a dagirker de xwedî îradeyeke qewîn bû û pêşengî ji hevrêyên xwe re dikir, ji aliyê taktîkî ve xwe bi pêş ve dibir û di perwedekirina hevalên xwe de li ser îdeolojiya Rêbertî bûbû hevrêyekî me yên pêşeng ê hosta. Her wiha wezîfe û berpirsyariyên xwe bi rengekî profesyonel pêk anî.
Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Reşo yê şehîd bû serê gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û em soz didin ku em ê têkoşîna dîrokî ya şehîdan bi ser bixînin.
11'ê Hezîranê 2020
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê