Ji gelê me û rayagiştî re!
Digel ku ji hêla serokatiya me ji bona çareseriyê kedeke mezin tê nîşandin û hêzên me yên parastina rewa ji bona ku ev biryar pêk bê di nava seferberiyek de ne, li hember vê êrîşên provakatîf artêşa TC’ê û rantxurên şer ên ku naxwazên ev pêvajo bi pêş nekeve didomin. Wê ev hêzên êrîşkar di bin hêrsa gelê me yê ku jiyaneke bi rûmet û aştiyane dixwazin de bimînin.
Di vê bingehê de hevalên me yên di encama van êrîşan de şehîd ketine, di serî de hevala Sema, hevalê Xemgîn, Cudî û Berxwedan bibîrtînin û di şexsê malbata van hevalan de ji gelê kurd re sersaxî dixwazin. Bi taybet jî em dayîkên kurd ku li ser cenazeyên keç û xortên xwe aştiyê diqîrîn silav dikin û helwesta bi çeleng û zîrekî ya dayîka şehîd Cudî pîroz dikin û hêvîdar in ku her dayîkeke me bibe xwedî vê helwestê. Em careke din soz didin ku em ê bibin fedayiyê rojên azad da ku van êşên dayîkan biqedînin.
10 Tebax 2009
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-STAR’ê