HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Di çalakiya hêzên me ya li Zapê de, dagirkerek hatiye cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker carekê bi bombeyên qedexe, 7 caran bi çekên kîmyewî, bi dehan caran jî bi obus, tank, hawan û çekên giran çeperên berxwedanê yên gerîla bombe kirin.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne;

 1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

– Di 13’ê Çileyê de saet navbera 11:50 û 12:50’an de li nêzî herêma Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê tîmên me yên bi tevger bi çekên giran du caran li dagirkeran dan. Di vê çalakiya hêzên me de dagirkerek hate cezakirin.

2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên giran;

– Di 13’ê Çileye de çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî herêma Çemço ya girêdayî nehiya Şêladizê ya Amediyê ji saetên sibehê heta êvarê carekê bi bombeyên qedexekirî û 7 caran jî bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

– Di 13’ê Çileyê de qada ava Lolan a Xakurkê carekê bi balafirên şer hate bombekirin.

– Di 13’ê Çileyê de qadên Geliyê Lolan û Girê Şehîd Kamûran ên Xakurkê, qada Berxwedanê ya Girê FM û çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîda û herêma Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê bi obus, tank, hawan û çekên giran bi dehan caran hatin bombekirin.

 

14’ê Çileya 2023

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG