HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiya li herêma Zapê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker wiha ne;

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

– 12'ê Çileyê saet di 12:00 de li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li nêzî qada Çemçoyê xistin.

2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên giran;

– 12'ê Çileyê çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, ji serê sibehê heta êvarê 13 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

 3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

– 12'ê Çileyê zeviyên Gundê Sêdarê yê Garê û qada Golka ya Metînayê 4 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

– 12'ê Çileyê çeperên berxwedanê yên gerîla yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM û nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya Amediyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

 

13’ê Çileya 2023

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê