Çapemenî û Raya Giştî Re!
Çalakiyên hêzên me bi ruhê berxwedaniya Apoyî û êrîşa li dijî operasyona dagirkeriyê bênavber dewam dikin.
Rêhevalên me yên ku bi taybetî di çeper û tunelan de bi îradeyeke bêhempa li ber xwe didin, rê nadin dagirkeran, bê dudilî bersivê didin her cure êrîşên dijmin û çalakiyên bi bandor pêş dixin, li Kurdistanê dîrokeke nû dinivîsin. Artêşa Tirk a dagirker ku li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê nikare encam bigire, bi dehan caran bi hawan, obus û helîkopterên êrîşê, herî kêm 28 caran jî bi balafirên şer, 27 caran jî bi çekên kîmyewî û teqemeniyan Qadên Berxwedanê bomberdûman kir.
Di encama çalakiyên hêzên me de; 13 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû, dronek û çeperek hate rûxandin û 2 helîkopter hatin derbkirin.
Agahiyên li ser çalakiyên hêzên me wisa nin:
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê li Herêma Avaşînê;
– 3’ê Pûşperê saet 13:30’an de dagirkerên ku xwestin ji Werxelê ber bi herêma Çemço ve bi pêş ve biçin, hêzên me li wan xistin û 1 dagirker hate cezakirin. Piştî mudaxeleyê, dagirker nekarîn bi pêş ve biçin.
2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de li Herêma Metînayê
– 4’ê Pûşperê saet 21.00’an de helîkopterên Skorsky û êrîşê yên li ser Qada Berxwedanê ya Girê Colemêrgê digeriyan ji aliyê hêzên me ve hatin gulebarankirin. Di encama lêdanên bi bandor ên hêzên me de di 1 Skorsky de teqînek rû da. Helîkoptera ku bi giranî derb xwar, neçar ma ji herêmê derkeve.
3. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê li Herêma Zapê;
– Di 28’ê Gulanê de droneke teqemenî lêbarkirî ya ku li ser tunelên şer ên Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara difiriya, ji aliyê hêzên me ve hate xistin û mayînên vê droneyê ji aliyê hêzên me ve hate desteserkirin.
– 5’ê Pûşperê saet 02:25’an de hêzên me yên YJA Starê bi taktîka sûîqestê li dagirkerên li derdora tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker xistin û 2 dagirker hatin cezakirin.
4. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Savaş Maraş de li herêma Zapê;
– Di 4’ê Pûşperê saet 02:00’an de, dagirkerên li derdora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi taktîka vedizînê (sizma) ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin û gulebaran kirin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.
– 4’ê Pûşperê saet 21:00’an helîkopterên êrîşê yên xwestin çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bombebaran bikin, rastî gulebarana hêzên me hatin. Di encama lêdanên bi bandor de 1 helîkoptereke êrîşê hate derbkirin û neçar ma ji herêmê derkeve.
– Di 4’ê Pûşperê saet 09:40’an de dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê ve bi pêş ve biçin, hêzên me bi taktîka kemînê li wan xistine û 2 dagirker hatine cezakirin. Saet 14:15’an jî dagirkerên ku xwestin çeperên şer bi teqemeniyan bombebaran bikin ji aliyê hêzên me ve bi taktîkên sabotajê hatine hedefgirtin û 1 dagirker hatiye cezakirin. Piştî çalakiyên hêzên me, dagirker ketin nava tirs û panîkê û paşde vekişiyan.
– Di 4’ê Pûşperê saet 10.00’an de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM ji aliyê hêzên me ve bi taktîka sûîqestê hatine gulebarankirin û 1 dagirker hatiye cezakirin.
– Di 4’ê Pûşperê de dagirkerên li derdora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê FM ji aliyê hêzên me ve hatin şopandin. Di saet 16.00’an de ji her du baskan ve li dagirkeran hatiye xistin. Hêzên me yên ku bi çekên ferdî û bombeyên destan bi ser dagirkeran de çûn, 4 dagirker ceza kirin, 1 birîndar kirin û çeperek jî rûxandin.
5. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û teqemeniyan;
– Di 4’ê Pûşperê de artêşa Tirk a dagirker 13 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ya Metîna bombebaran kir.
– Di 4’ê Pûşperê de çeperên şer ên Şehîd Şahîn, Girê Cehenemê, Şikefta Birîndara, Karker, Girê FM û Şehîd Hewrê yên Zapê 14 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.
6. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, helîkopterên êrişê û balafirên şer hatin kirin:
– Di 4’ê Pûşperê de çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Hekkarî bi çekên giran û ji qereqolên li ser sînor bi obusan hatin bombekirin. Di heman rojê de bi obusên ji baregehên Tirkiyê yên li Kanî Masî û Bamernê yên di nav sînorên Başûrê Kurdistanê de hatin avêtin derdora gundê Qesrokê yê herêma Metîna hatin bombebarankirin.
– Di 4’ê Pûşperê de Qada Berxwedanê ya Werxelê ya Avaşînê bi helîkopterên êrîşê û 3 caran ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin.
– Di 4’ê Pûşperê de qadên Kurojahro, Girê Cûdî, Şehîd Şahîn, Kûnîşka, Şikefta Birîndara, Karker û Saca yên Zapê bi helîkopterên êrîşê, ji qereqolên li ser xeta sînor bi obusan û 25 caran bi balafirên şer ve hatin bomberdûman kirin.
– Piştî ku artêşa Tirk a dagirker di 4’ê Pûşperê de herêma Çemço bi dijwarî bomberdûman kir, li qada daristanê şewat derket û ev şewat hê jî didome.
5 ê Pûşper a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê