Ji Gelê Kurdistanê û Ragihandinê Re!
Tê zanîn ku em jî Avaşîn heta Metîna di nava qadeke fireh de bi dewleta Tirk a dagirker re din ava şerekî pir dijwar de ne.
Bi taybet ji 25 ê Gulanê heta niha li hêrêma Metîna-Amediyê hêzên me û artêşa mêtînger faşîst ya Tirk di nava şerekî dijwar de ne. Dewleta Tirk li hemberî hêzên me ruxmî hemû teknîka xwe ya serdemê û çekên kîmyewî yên ku hatine qedexekirî bikartîne jî xitimiye û nikare pêş de biçe.
Ev şer di navbera gelê Kurd û dagirkeriya Tirk de şerekî dîrokî ye. Lê hin daxûyaniyên rayedarekî PDK ku bi navê Alîkarê Wezîrê Pêşmerge û Waliyê Duhokê û dîsa hin agahiyên îstîxbaratî ku ji me re tên piştrast dike ku hêzên PDK di nava amadekariya destwerdana şerê stratejîk yê di navbera me û dewleta Tirk de ye. Li eniya bakur ya Metîna di navbera hêzên me û dewleta Tirk de rewşeke şer heye. Li rojhilatê Metîna jî niha şerekî dijwar diqewime. Heke hêzên PDK jî aliyê başûr yê Metîna bigire wê plansaziya dewleta Tirk ya di wê pêşdîtinê dike ku hêzên me dorpêç bike û tune bike bi encam dibe. Bi vî rengî PDK jî dikeve nava vê pêvajoya tunekirinê. Eşkereye ku plansaziya xeter ya PDK ya ji bo Metîna, tê wateya ragihandina şer li dijî me. Ji ber ku li cihên girîng yê herêma Serê Metîna de hêzên me hene. Girtina wan cihan tenê bi êrîşê pêkan e. Ev yek jî tê wateya pêvajoyeke nû ku em qet naxwazin destpê bike.
Ev rewş tê wateya bilindkirina asta piştgiya PDK ku dida dewleta Tirk e. Ev tê wateya pêkanîna plana dewleta Tirk a ji mêj ve hatiye plankirin ku şer veguhere şerê navbera Kurdan. Ketina şer ya PDK ji bo alikariya dewleta Tirk û êrîşkirina hêzên me yê Metîna bila bê zanîn ku tene bi Metîna ve bi sînor namîne wê bê wateya destpêka şerekî giştî. Ji bo vê jî di destpêkê de em bang li berpirsyarên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, hemû rewşenbîr, hunermend, saziyên welatparêz û hêzên Kurdistanî dikin ku xwedî berpirsyaruyên xwe derkevin.
Me heta niha ruxmî her tiştî jî hewlda ji bo ku ev pêvajo neguhere şerekî di navbera Kurdan de xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin. Lê heke êrîş li ser hêzên me were kirin, pir eşkereye ku hêzên me wê hêzên me xwe biparêzin. Di vî warî de tê dîtin ku pêvajo wê biçe asteke pir xeternak. Ji ber vê jî di vê mijarê de bang li hemû gelê me û hêzên welatparêz dikin ku xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin.
6 ê Pûşper a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG