Ji çapemenî û raya giştî re!
Gerîlayên me HPG û YJA STAR’ê salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê bi çalakiyên berfireh pêşwazî kir. Di çalakiyan de 20 leşker û 4 polîs ku hatin kuştin 2 panzer, helîkoptereke Kobra û 2 wesayîtên zirxî yên akrep hatin derbkirin.
Li hember operasyonên Erdogan û AKP’ê yên lez dane êrîşên tinekirinê yên dagirkirina Kurdistanê gerîlayen me bi çalakiyên bi bandor bersiv dane. Di çalakiyên ji bo bîranîna 32. salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê û li hember êrîşan hikûmeta AKP’ê windahiyan vedişêre.
Lı Gelıyê Doskê Herî Kêm 18 Leşker Hatın Kuştın
Di çarçoveya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê û Pêngava Şehîd Reşîd Serdar de 14’ê Tebaxê saet 13.30’î gerîlayên me li hember konvoyeke ji 20 wesayîtên zirxî pêk dihat û ji navçeya Gever a Colemêrgê ber bi qada Geliyê Doskê ve diçû çalakiyek berfireh li dar xistin. Dema konvoy hat ber sêgoşeya Veregoz gerîlayên me li hember leşkerên li pêşiya konvoyê diçûn çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Li vir 3 leşker hatin kuştin û 6 leşker birîndar bûn.
Bi çalakiyê ve girêdayî gerîlayên me dema wesayît ketin ber menzîlê ji 4 milan ve bi çekên BKC, B7 roketavêj û çekên ferdî bi bandor li wan dane. Li vir wesayîteke kobra ya hedefgirtin bi temamî îmha bû. Artêşa TC saet 17.30’î xwest bi helîkopterên Kobra mudaxeleyî qadê bike, gerîlayên me bi çekên giran li Kobrayan dane. Kobra hatine derbkirin û vekişiyane.
Dîsa saet 18.40’î artêşa Tirk a xwest li qada çalakiyê operasyonê bide destpêkirin 30 leşker sewq kiriye. Dema leşker li qada çalakiyê hatin danîn gerîlayên me ev leşker kirine çemberê û li wan dane. Li vir bi giştî 15 leşker hatine kuştin, 10 leşker birîndar bûne. Artêşa T.C ji bo cenazeyên xwe ji qadê derxe saet ji 21.00’ê heta 01.00’ê qad bi balafirên şer, obus û hawanan bombe kiriye. Paşê jî bi gelek wesayîtan mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine.
Dîsa gerîlayên me bi çekên giran û ferdî li girê qereqola Remo ya li qadê ye xistine. Bi derbên bi bandor ên gerîlayên me li girê qereqolê şewat derketiye. Piştî çalakiyê gerîlayên me li helîkopterên Skorsky yên hatine qadê xistine. Helîkopter beyî bikevin qadê vekişiyane. Şewata li qereqolê hê jî didome.
13’ê Tebaxê saet 18:00'an li hember qereqola Tepê Çete ya li ser xeta sînorê herêma Zagrosê gerîlayên me çalakiyek li dar xistine. Di çalakiya ku bi çekên giran û ferdî pêk hat leşkerek hat kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.
Lı Geverê 2 Panzer Hatın Derbkırın
Roja 13’ê Tebaxê di saet 23:00’an de gerîlayên me li navenda navçeya Geverê li hemberî 2 panzeran çalakiyek bi çekên giran li dar xistine. Hejmara mirî û birîndaran nehatin zelalkirin, her 2 panzer jî hatin derkirin.
Lı Sêrtê 4 Polîs Hatın Kuştın
Roja 14’ê Tebaxê di saet 20:00’an de bi boneya salvegera pêngava 15’ê Tebaxê gerîlayên me çalakiyek li hemberî lojmana polîsan a li Taxa Çakmak a li navenda Sêrtê li dar xistin. Di çalakiyê de 9 polîsên li pêşiya lojmanê hedef hatin girtin. Li gorî ku bi çav hatiye dîtin di çalakiyê de 4 polîs hatine kuştin, 5 polîs jî birîndar bûne.
Lı Katoyê Jîrkıyan Kobra Hat Derbkırın
Roja 14’ê Tebaxê saet di navbera 11:00 û 12:00’an de artêşa Tirk bi 2 helîkopterên Kobra êrîş li hemberî Katoyê Jîrkiyan pêk anîn. Gerîlayên me jî bi çekên giran bersiva vê êrîşê dan û helîkopterên Kobra hatin derbkirin û neçar man ku ji herêmê dûr bikevin.
Roja 13’ê Tebaxê artêşa Tirk xwest ketin û derketina navçeya Elkê ya Şirnexê bigire bin kontrola xwe, di heman demê de kamerayên mobese jî li avahiya midûriyeta polîsan hatine bicihkirin. Gerîlayên me saet 00:10’an dîrekê ku kamerayên mobeseyê pêve teqandin û îmha kirin. Piştî teqînê polîsan bi çekên hewan û A-4 herêma derdor bomberdûman kirin.
Roja 13’ê Tebaxê di saet 08:15’an de gerîlayên me xwestin çalakiyekê li hemberî qereqola Kisir a li herêma Botanê li dar bixin. Tê armanckirin ku çalakiya sabotajê ya wesayîteke bombebarkirî li pêşiya nîzamiyeya qereqola Kisir bê teqandin, lê ji aliyê hêzên artêşa Tirk ve hatiye ferqkirin. Ji ber ku li herêmê mirovên sîvîl hebûn gerîlayên me heya demekê nekarîn wesayîtê biteqînin heya 11:00’ê wesayît tê teqandin. Piştî teqînê cerdevan li derdora gund dikevin tevgerê lê piştî demekê bêyî encam bigirin paşde vedikişin.
Roja 14’ê Tebaxê îstasyonên bazê yên Turkcell ên li gundê Kevse yê girêdayî navçeya Westan a Wanê ji aliyê gerîlayên me ve hat îmhakirin.
Rêgeha di navbera navçeyên Hênê û Licê yên Amedê di navbera saet 09:00 – 12:00’an de ji aliyê gerîlayên me ve hatiye girtin.
Roja 14’ê Tebaxê di saet 07:45’an de qereqola Malabadê ya girêdayî navçeya Farqîn a Amedê ji aliyê gerîlayên me ve bi çekên giran hatiye xistin. Piştî pevçûna qasî nîv saetê çawişekî pispor birîndar bû. Piştî çalakiyê artêşa Tirk li derdora qereqolê operasyon daye destpêkirin.
2 Gerîlayen Me Jıyana Xwe Jı Dest Da
Roja 13’ê Tebaxê di saet 22:00’an de dema ku yekîneyek gerîlayên me li ser rêya Mavana ya girêdayî navçeya Darahênê ya Çewlikê diçûn wezîfeyekê, di encama rast hatina yekîneyên artêşa Tirk ên di nava tevgera operasyonê de pevçûnek rû da. Helîkopterên Kobra mudaxaleyek pir zêde li vê pevçûnê kirine û cihê pevçûnê bi awayekî dijwar hatiye bombebarankirin. Di encama pevçûn û guleberan û bombekirina helîkopterên Kobra heya danê sibê de 2 gerîlayên me şehîd ketine. Her 2 hevalên me yên bi berxwedan û qehremantiyek mezin têkoşîn meşandine heya kêliya ku şehîd bikevin jî bi biryardariyekî mezin şer kirine.
Lı Çewlıkê Wesayîteke Bı Tîpa Dûpışk Hat Derbkırın
Roja 14’ê Tebaxê di saet 16:00’an de gerîlayên me çalakiyek li hemberî hêzên artêşa Tirk ên dikevin gundê Dugernan a girêdayî navenda Çewlikê li dar dixin. Piştî çalakiya ku bi çekên ferdî û giran hat li dar xistin de leşkerek hat kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Her wiha di vê çalakiyê de wesayîtek zirxî ya dûpişk jî hatiye derbkirin. Artêşa Tirk mirî û birîndarên xwe bi ambûlansan rakirine. Li derdora saet 18:00’an helîkopterên Kobra bi piştgiriya pêgerên hewayî yên bê mirov erazî bomberdûman kiriye.
Roja 14’ê Tebaxê saet di navbera 20:00 û 21:00’an de di encama çalakiya rê girtinê ya li ser rêgehek di navbera Çewlik û Erziromê de 100 wesayît kom bûne. Wesayîtek ku polîs jî di nav de dema ku xwestine hêzên me gulebaran bikin hatine ferqkirin û gerîlayan li polîsan dane. Di encama vê 2 polîs birîndar bûn. Piştî bûyerê konvoyek leşkerî ya ji 9 wesayîtan bi armanca mudaxaleyê hatine cihê bûyerê, gerîlayên me li wan dane û hatine dûrxistin. Hejmara mirî û birîndarên di encama vê de agahiyek zelal nehat bidestxistin. Ji roja 15’ê Tebaxê saet 08:00’an ve kontrola vê rêyê di destê gerîlayên me de ye.
Lı Norşînê Leşkerek Hat Kuştın
Roja 12’ê Tebaxê di saet 18:30’an de ji aliyê gerîlayên me ve li hemberî qereqola Hesenokê ya girêdayî navçeya Norşîn a Bedlîsê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di vê çalakiya sûîqestê de leşkerek hatiye kuştin û konteyner û leşkerên di hundirê qereqolê de bi çekên giran hatine hedefgirtin. Hejmara mirî û birîndarên artêşa Tirk nehatine zelalkirin.
Rêgeha di navbera Xîzan û Tetwanê yên Bedlîsê di bin kontrola gerîlayên me de ye. Di çalakiyek rêgirtinê ya li ser rêgeheke din de jî 2 wesayîtên ku ji bo qereqolê dixebitin hatine şewitandin û îmhakirin.
Lı Tetwanê Bı Wesayîtekî 2 Ton Teqemenî Barkırî Çalakî
Roja 15’ê Tebaxê di saet 05:00’an de gerîlayên me li hemberî qereqola Bilika ya girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê çalakiyek sabotajê ya berfireh li dar xistine. Li pêşiya nîzamiyeya qereqolê wesayîta 2 ton teqemenî barkirî hatiye teqandin. Agahiyên der barê vê çalakiyê de wê piştre bêne ragihandin.
Roja 14’ê Tebaxê di saet 23:40’an de gerîlayên me li ser rêya di navbera Bedlîs – Tetwanê de li hemberî wesayîtek zirxî ya dûpişk çalakiyek sabotajê li dar xistine. Wesayîta zirxî hatiye derbkirin. Der barê hejmara mirî û birîndarên artêşa Tirk de agahiyek zelal nehatiye bidestxistin.
Roja 14’ê Tebaxê di saet 22:30’an de gerîlayên me li hemberî polîsên taybet ên li qereqola Ûlûyol a girêdayî navçeya Bazîd a Agiriyê çalakiyek li dar xistine. Di qereqola bi bombeyan hedef hat girtin, der barê hejmara mirî û birîndarên artêşa Tirk de agahiyek zelal nehatiye bidestxistin.
Roja 14’ê Tebaxê saet di navbera 20:30 û 21:30’an de rêya di navbera Agirî û Bazîdê de hatiye girtin û wesayîtek dewleta Tirk hatiye şewitandin û îmhakirin.
Roja 12’ê Tebaxê saet di navbera 23:00 – 00:00’an de gerîlayên me çalakiyek li hemberî qereqola Bêspin a girêdayî navçeya Silopiya ya Şirnexê li dar xistibûn. Ji ber zû hatiye ferqkirin pevçûnek rû dabû. Di vê çalakiyê de hevalê me Zinar Herekol (Mehmet Babat) giran birîndar bibû û demeke kurt piştî pevçûnê gihiştiye şehadetê.”
Bomberdûman Û Keşıf Dıdomın
Bomberdûman û xebatên keşfê yên artêşa Tirk
Roja 15’ê Tebaxê saet di navbera 00:00 – 02:00’an de herêmên Xinêre û Xakurkê yên Heremên me yên Parastinê yên Medyayê, roja 14’ê Tebaxê saet di navbera 21:00 û roja 15’ê Tebaxê saet 02:00’an de li ser herêma Zapê tevgera hewayî ya balafirên şer ên artêşa dagirker a Tirk rû daye. Tevgerên hewayî yên pêş dikevin li herêmên me yên gerîla her ku diçe zêdetir dibin. Li gorî vê;
Roja 14’ê Tebaxê saet di navbera 03:00 û roja 15’ê Tebaxê saet 11:00’an de pêgerên hewayî yên bê mirov li ser xeta sînor a herêma Avaşîn, roja 14’ê Tebaxê saet di navbera 21:00 û roja 15’ê Tebaxê saet 11:00’an de li ser herêma Zapê xebatên keşfê kirine.
Roja 14’ê Tebaxê di saet 20:55’an de herêma Şehîd Gafûr a li ser xeta sînor a herêma Avaşîn ji aliê balafirên şer ên artêşa Tirk ve hatiye bombeberankirin. Bomberdûmanê artêşa Tirk yên li hemberî herêmên gerîla pêktîne her ku diçe zêdetir dibe. Li gorî vê;
Roja 14’ê Tebaxê balafirên şer ên artêşa Tirk di saet 23:00’an de herêma Sirtê Orê yê li ser xeta sînor a herêma Zagros bombebaran kiriye.
Roja 15’ê Tebaxê saet di navbera 05:00 – 06:00’an de qereqola Mamreş a li ser xeta sînor a herêma Avaşîn herêma Mergê bi obus û hewanan bombebaran kiriye.
Di van 4 rojên dawiyê ji saet 20:00’an heya sibê saet 04:00’an de qereqolên Tepê Yekmal û Tepê Sînek ên li ser xeta sînor a herêma Heftanînê herêma Bektorya bi obus, hewan û tankan bombebaran kiriye.
Roja 14’ê Tebaxê saet di navbera 11:00’an û roja 15’ê Tebaxê saet 11:00’an de qereqola Elemûn ya li ser xeta sînor a herêma Metîna di demên diyar de herêmên Şehîd Dêrsim û girê Şehîdan bi obus û hewanan bomberanan kiriye.
Roja 14’ê Tebaxê saet di navbera 14:00 – 15:00’an de qereqola Êrîş a li ser xeta sînor a herêma Zapê herêma Tepê Hakan, roja 14’ê Tebaxê saet di navbera 16:00 – 19:30’an de qereqola Bilîcan li hemberî herêmên Tepeyê Guvenlîk, Kanîbihê, Gundê Hilal, Kanî Cinnetê, Gareyê Biçûk, Girê Hakan û Şehîd Baran, roja 15’ê Tebaxê saet di navbera 01:40 – 02:40’an de qereqolên Êrîş û Serê Sêvê li herêma girê Cehennemê bi obus, hewan û tankan bombebaran kiriye. Qereqolên Bilîcan, Êrîş û Serê Sêvê jî di demên diyar de herêmên derdorê xwe rasterast gulebaran dikin.
Roja 15’ê Tebaxê di saet 01:00’an de balafirên şer ên artêşa Tirk herêma Tepê Dem ê li ser xeta sînor a herêma Zagrosê bombebaran kirine. Her wiha qereqola Bêzelê di saet 07:30’an de herêma Tepê Çarçela bi obus hewanan bombebaran kiriye.”
Agahıyên Nasnameya 3 Gerîlayen Me Wîhane
Nasnav: Fûat Berxwedan
Nav û Paşnav: Ugur Yatar
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik û Bav: Nemûş – Îskender
Cih û Dîroka Şehadetê: 14’ê Tebaxê 2015 / Çewlik
Nasnav: Berxwedan Amed
Nav û Paşnav: Emrah Çelîk
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik û Bav: Sevda - Veysel
Cih û Dîroka Şehadetê: 14’ê Tebaxê 2015 / Çewlik
Nasnav: Zinar Herekol
Nav û Paşnav: Mehmet Babat
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayik û Bav: Zeynep - Hasan
Cih û Dîroka Şehadetê: 12 Tebaxê 2015 / Şirnex
15 Tebax 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG