Ji çapemenî û raya giştî re!
Bomberdûman, tevgera balafirên şer û keşfê yên artêşa Tirk didomin.
13’ê Tebaxê saet di navbera 22:00 – 23:00’an de qereqola Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê; qada Şehîd Gafûr a li ser sînorê herêma Avaşîn a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya bi obus, hawan û tankan bombe kiriye. Ev bomberdûmana ku artêşa Tirk pêk aniye li herêmên me yên gerîlayan dewam kiriye. Li gor vê;
13’ê Tebaxê saet 21:30’î qereqola Tepê Çete ya li ser sînorê xeta herêma Heftanîn; qada Deriyê Dawetiya bi obus û hewanan bombe kiriye.
13’ê Tebaxê saet di navbera 21:00 – 23:00’an de qereqola Elemûn a li ser sînorê herêma Metîna; qadên Girê Dertê û Girê Şehîdan bi obus û hawanan bombe kiriye.
13’ê Tebaxê saet di navbera 06:30 – 09:30’î de qereqola Bîlîcan a li ser xeta herêma Zapê, girê Colemêrg, Girê Hakan û gundê Hîlal bi obus û hawanan bombe kiriye. Dîsa saet di navbera 16.30-17.30’î de qereqola Bîlîcan keleha Ertûş, saet di navbera 21.00-22.00’an de tepê Guvenlîk bi obus û hawanan bombe kiriye û gerîlayên me jî bi çekên giran bersiv dane.
14’ê Tebaxê saet di navbera 04:00 – 05:00’an de balafirên şer ên Tirk girê Şehîd Hozan ê li ser xeta herêma Zagrosê bombe kirine.
Şeva ku 13’ê Tebaxê bi 14’ê Tebaxê ve girê dida saet di navbera 01.00-02.30’î de qadên Gabar û Çirav ji aliyê artêşa T.C ve hatin bombekirin. Di heman demê de qad saet di navbera 01.00 û 05.00’an de bi obusan hatiye bombekirin.
13’ê Tebaxê saet di navbera 00.00 û 01.00 de qada Kato Jîrka ji aliyê artêşa TC ve hatiye bombe kirin. Di vê êrîşa hewayî de ti windahiyên hêzên me yên gerîla çênebûye.
Şeva 13’ê Tebaxê bi 14’ê Tebaxê ve girê dide saet di navbera 02.45 û 03.30’î de çiyayê Herekol ji aliyê artêşa TC ve hatiye bombe kirin. Di vê êrîşa hewayî de ti windahiyên hêzên me çênebûne.”
Tevgera Balafırên Şer Û Yên Keşfê
Tevgera balafirên şer û pêgerên hewayî bê mirov jî dewam kiriye
14’ê Tebaxê saet di navbera 04:30 – 05:30’î de li ser herêma Avaşîn tevgera balafirên şer rû daye. Dîsa heman rojê saet di navbera 03.00-11.00 de pêgerên hewayî yên bê mirov li ser herêma Avaşîn geriyane. Ev tevgerên hewayî li ser herêmên me yên gerîla zêde bûne. li gor vê;
13’ê Tebaxê saet di avbera 05:00 – 16:00’an de herêma Garê, 14’ê Tebaxê saet di navbera 02.00-11.00’an de li herêma Heftanîn, 13’ê Tebaxê saet di navbera 17.30-19.30’î de li herêma Metîna, 14’ê Tebaxê saet di navbera 01.00-05.00’an de li ser herêma Zapê pêgerên hewayî yên bê mirov keşf pêk anîne. Dîsa 14’ê Tebaxê saet 04:30 li ser herêma Zapê tevgera balafirên şer rû daye.
14 Tebax 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG