Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Çalakiyên ku hêzên me bi ruhê fedayî û cesareta bilind a Apoyî pêk tînin bi awayekî serkeftî dewam dikin.
Di encama çalakiyên tîmên gerîlayên me yên li Avaşîn û Zapê de, gelek taktîk bi awayekî jêhatî hatiye bikaranîn û 18 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker birîndar bûn, 1 helîkoptereke êrîşê hate derbkirin, çeperek A4 û 2 konên leşkerî hatin rûxandin.
Agahiyên çalakiyên ku hatine lidarxistin wiha ne;
1. Li Herêma Avaşîn;
– Di 6 ê Gulanê saet 12:10 an de dagirkerên ku li Qadên Berxwedanê ya Werxelê de di tevgerê de bûn ji aliyê hêzên me ve bi taktîka sekvaniyê hate hedef girtin. Di encama vê çalakiyê de 1 dagirker hate cezakirin.
2. Li Herêma Zapê;
– Di 5 ê Gulanê saet 12:00 an de dema dagirkeran xwestin li Qadên Berxwedanê yên Werxelê de bicîhbibin ji aliye hêzên me ve bi çekên giran hatin hedef girtin. Di encama çalakiyê de hedefên ku hatibûn diyarkirin bi awayekî serkeftî hatin lêdan.
– 6’ê Gulanê di navbera saetên 21:00 – 22:00 an de dema 2 helîkopteran xwestin li ser qadên bin serweriya PDKê re derbasî Qadên Berxwedanê yên Kurojahro bibin ji aliye hêzên me yên tîmên gerîlayên bi koordine ve ji 4 aliyan ve hatin hedefgirtin. Di encama lêdana hêzên me ya bibandor de helîkopterekê derb xwar û bê ku derbasî Kurojahro bibin ji qadê dûr ketin.
– 6’ê Gulanê di navbera saetên 09:00 – 10:30 an de dagirkeran Qadên Berxwedanê yên Kurojahro bi teqemeniyan 5 caran bombebaran kirin. Piştre dagirkerên ku xwestin pêş de biçin bi taktîka sabotajê hatin hedefgirtin. Di encama çalakiya hate kirin de 2 dagirker hatin cezakirin.
– Di 6’ê Gulanê de saet di 15.00’an de dagirkerên li dora çeperên şer ên Girê Ortê ya Qada Berxwedanê ya Karkerê, bûne hedefa hêzên me. Hêzên me bi çekan giran li dagirkerên vir xistin. Di heman rojê de saet di 17.50’an de hêzên me 3 dagirkerên ku xwestin çavdêriyê qadê bikin, xistin bin kontrola xwe û li wan dan. Di encama van çalakiyan de 2 dagirker hatine cezakirin û dagirkerek jî birîndar bûn.
– Di sibeha 6’ê Gulanê de hêzên me bi awayek hemxwext, dagirkerên li derdora Girê Şehîd Cûdî ya Qada Berxwedanê ya Karker û Kevirêkun a Herêma Berxwedana Serdemê ya Şikefta Birîndara hedefgirtin û gulebarankirin. Heman rojê saet 18.40’an de dîsa dagirker ji aliyê tîmên me yên gerilla ve hatin gulebarankirin. Di encama van çalakiyên koordîne yên gerîla de ji aliyê hêzên me ve hatiye lidarxistin, 2 dagirker hatine cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn.
– Di 7’ê Gulanê de dagirkerên li dora herêma Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn ji aliyê hêzên me ve hatin şopandin û hêzên me ew xistin bin kontrola xwe. Dagirkerên ku ketine bin kontrolê, saet di 06.00’an de tîmên me yên gerîlla bi taktîkên ketina hundir û lêdanê hatine gulebarankirin. Gerîlayên ku ji du aliyan ve dagirkeran hedef girtin, ji nêz ve gule li wan reşandin û 5 dagirker ceza kirin. Di heman demê de komeke din a dagirkeran ku xwest mudaxeleyî qada çalakiyê bike, ji nêz ve ji aliyê hêzên me ve hate gulebarankirin û 2 dagirker hatin cezakirin. Destê sêyemîn ê çalakiyê; 2 kon û 1 mewziyên A-4 ên ku dagirker tê de bûn hedef girtin. Li vir 4 dagirker hatin cezakirin, 1 çeka A-4 û 2 konên dagirkeran hatin îmhakirin.
Di encama vê çalakiya koordînekirî ya tîmên me yên gerîlla yên bi ruhê mîlîtanî û cesareta Apoyî pêk hat de herî kêm 11 dagirker hatin cezakirin, çeperek ya çeke A-4 û 2 konên leşkerî hatin îmhakirin.
3. Bomberdûmanên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Agahiyên êrîşan wiha nin:
– 6’ê Gulanê saet 19:00’an quntarên Girê Zengil ê herêma Garê bi balafirên şer hate bombebarandin.
– 6’ê Gulanê saet di navbera 18:22:30’an de qadên Karker, Çemço, Geliyê Balinda û Sîda yên girêdayî herêma Zapê 5 caran bi balafirên şer bombardûman kirine. Di heman rojê de herêmên Çemço û Sîda bi obus û çekên giran ji qereqolên li ser xeta sînor hatin bombardûmankirin.
4. Di encama teqîna li nahiya Kanî Masî ya Duhokê de, tûrîstek Danîmarkî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû. Herêma ku bûyer lê qewimî, ne cihê ku em lê ne û tevgera me li wir nîne. Em mayinên bejahiyê bikar naynin. Ev bûyera qewimiye hewcedarî lêkolîn û analîzê ye. Ti eleqeya hêzên me bi vê bûyerê re nîne.
7 ê Gulan a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê