HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Berxwedana hêzên me ya bi ruhê milîtaniya Apoyî li dijî operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker bê navber didome.

Artêşa Tirk a dagirker ku li hemberî berxwedana Gerilayên Azadiya Kurdistanê ya ku di şertên herî zehmet de bi kedeke bê sînor dimeşîne derbên mezin dixwe, li hemberî çeperên şer yên Qadên Berxwedanan bikaranîna çekên kîmyewî ve sucên xwe yên dermiravî bênavber didomîne. Ruxmê hemû rêbazên şerên qirêj jî hêzên me bi biryardariyek mezin çalakiyan lidardixin. Di encama çalakiyên bibandor de 3 dagirker hatin cezakirin, 1 dagirker jî hatiye birîndarkirin.

Agahiyên çalakiyên ku hatine lidarxistin wiha ne;

1. Li Herêma Zap’ê;

– Di 5’ê Gulanê saet 15:15 an de dagirkerên ku li derdora çeperên şer yên Girê Şehîd Harûn ya girêdayî Qadên Berxwedanê ya Kurojahro de bicîhbûne ji aliyê hêzên me ve bi çalakiyeke koordînekirî ya gerîla ya bi 2 milan ve hate lêdan. Di encama vê çalakiyê de 1 dagirker hate cazakirin, 1 dagirker jî birîndar dibe.

– 5 ê Gulanê di saetên 12:00 û 13:30 an de dagirkerên ku li Girê Şehîd Armanc ya girêdayî Qadên Berxwedanê yên Çiyareş bicîhbûne ji aliye hêzên me ve bi 2 çalakiyên sekvaniyê hate lêdan. Di encama van çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin.

– Di 5’ê Gulanê saet 12:30 an de dagirkerên ku li Qadên Berxwedanê yên Şehîd Şahîn bicîhbûne ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hatin hedefgirtin. Di vê çalakiyê de hedefên hatin armanckirin bi serkeftî hatin lêdan.

– 4 ‘ê Gulanê di saet 01:30 an de dema 2 helîkopterên êrîşê xwestin ji ser qadên di bin serweriya PDKê re derbasî Qadên Berxwedanê yên Kurojahro bibin û herêmê bombebaran bikin, ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin. Piştî destwerdana hêzên me her 2 helîkopter neçar man ji qadê vekişin.

 – 5’ê Gulanê di navbera saetên 12:30 – 13:30 an de çeperên şer yên li Qadên Berxwedanê yên Şehîd Şahîn û Kurojahro bi bi çeke kimyewî bi dijwarî hatin bombebarandin. Heman rojê çeperên şer yên Girê Şehîd Cûdî û Girê Ortê yên girêdayî Qadên Berxwedanê yên karker jî bi teqemenî û çekên kîmyewî hatin bombebarandin.

2. Di 4 ê Gulanê saet 17:30 an de 1 Dron ji baregeha PDK’ê ya nahiya Bakirman a girêdayî navçeya Akrê ve ber bi qadên gerila yên herêma Garê ve hate şandin. Ev Drona ku bi armanca keşifkirina qadên leşgerî hatibû qadê ji aliyê hêzên me ve hate xistin. Cihê ku ev Dron hate xistin, 5’ê Gulanê di saet 04:00 an de ji aliye balafirên şer yên Tirkan ve bi armanca tunekirina vê Drone 2 caran bi dijwarî hate bombebarandin

3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker yên li dijî Herêmên Parastina Medya bênavber berdewam dike. Detayên êrîşên bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê û bi obusan tên kirin wiha nin:

5’ê Gulanê di saetên şev de gire Cûdî bi helîkopterên êrîşê û 2 caran jî bi balafirên şer hatin bombabarandin.

5’ê Gulanê di saet 17:00 an de Girê Şekîf yê girêdayî Xakurkê bi obusên ku ji qereqolên ser sînor ve tên avêtin ve hate bombebarandin.

5’ê Gulanê di saet 12:30 an de herêma Werxelê ya girêdayî Avaşîn bi helîkopterên êrîşê hate bombebarandin.

5’ê Gulanê di navbera saetên 20:30 – 22:00 an de herêmên Şehîd Şahîn, Kurojahro, Şehîd Harûn, Şehîd Cûdî, Şikefta Birîndara, Karker, Girê Cehennem, Çiyareş û Çemço yên girêdayî Zap’ê bi obusên ku ji qereqolên ser sînor ve tên avêtin, helîkopterên êrîşê û 9 caran jî bi balafirên şer hate bombebarandin.

6 ê Gulan a 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê