Çapemenî û Raya Giştî Re!
Di encama çalakiyên hêzên me de; 2 dagirker hatin cezakirin.
Artêşa Tirk a dagirker; 7 caran bi balafirên şer, 22 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran Qadên Berxwedanê bombebaran kiriye.
Agahiyên berfireh yên li ser çalakî û êrîşên dijmin wiha nin:
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;
– Me di daxuyaniya xwe ya 27’ê Mijdara 2022’an de diyar kiribû ku di çalakiyên şoreşgerî yên 25’ê Mijdara 2022’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî derbên giran li artêşa Tirk a dagirker hatiye xistin û 19 dagirker hatine cezakirin. Di vê pêngavê de hevrêya me Medya ya ku bi kedeke fedaî tevlî çalakiyê bû, şehîd bû. Hevrêya me Medya ku di xeta serketinê ya Şehîd Zîlan de meşiya, mîrateyeke mezin a têkoşînê hişt, bû milîtaneka hêja ya partiya me PKK’ê. Heval Medya bûye yek ji fermandarên me yên ciwan ên pêşeng ku bi xurtî Îdeolojiya Azadiya Jinê xistine nava pratîka xwe. Rêhevala me Medya, li ser şopa Şehîd Sara û Şehîd Rûkenan wê di tevahiya têkoşîna me de her tim pêşiya me ronî bike.
Nasnameya hevala me yên şehîd wiha ye:
Navê Kod: Medya Özgür |
Medya – Havva Alkan
Amed ku di dîroka Kurdistanê de bi girêdana xwe ya azadiyê û berxwedanên ku ji bo vê pêş xistiye her tim bûye xwedî helwesteke girîng, di dîroka berxwedanê ya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de ku di pêşengiya partiya me PKK'ê de pêş ketiye jî bûye navendeke girîng. Avabûna partiya me PKK'ê û rastiya ku kadroyên fedaî yên Apoyî li dijî hovîtiya dijmin di zindanan de li ber xwe dan, bûye wesîle ku rûmeta gelê bê parastin û PKK'ê bibe xwedî nasname.
Hevrêya me yê Medyayê jî di malbateke bi nirx û bi çanda gelê me ve girêdayî, bi helwesta xwe ya welatparêzî û bi kevneşopiya berxwedanê ya Amedê ve girêdayî bû. Mamê hevrêyê me Medya di zindanên dijmin de maye û bûye şahidê pêkanînên dijmirovahî. Hevrêyê me Kevnar Amed – Nurettîn Alkan ku ji heman malbatê ye û mamê hevrêya me Medya ye, di sala 1994’an de tevlî karwanê nemiran dibe. Li ser vê esasê ji malbata hevrêya me yê hêja gelek tevlîbûn çêbûn.
Hevrêya me Medya ku di malbateke wisa welatparêz û Kurdperwer de mezin bû, bêguman ji biçûkatiya xwe ve partiya me PKK’ê û gerîlayên Kurdistanê nas kiriye û ketiye nava lêgerînan. Êrîşên qirkirinê yên dijmin a li dijî gelê Kurd, rola ku di civakê de ji jinê re hatiye dayîn û statûya koletiyê jî bala hevrêya me Medya kişandiye û bûye sedema nakokiyan. Bi lêhurbûnên ku jiya, bêguman teslîmî nêzîkatiyên kevneşopî yên civakê nebû û azadî tercîh kir. Hevrêya me Medya ku di wê baweriyê de ye ku divê weke jineke Kurd a welatparêz û ciwan di nava vê têkoşînê de cih bigire, di sala 2012'an de tevlî nava refên têkoşînê bû. Hevrêya me Medya ku yekem car di nava xebatên ciwanan de cih girt, bi kesayeta xwe ya jidil û cewherî bandor li gelek ciwanên Kurd kir û ew ber bi refên berxwedanê ve kişand. Hevrêya me ya ku di xebatên ku kiriye de serkeftinên mezin bi dest xistiye, ti carî bi tiştên heyî razî nebûye û her tim li ser destkeftiyên mezintir rawestiyaye. Hevrêya me Medya ku di wê baweriyê de ye ku divê dijmin tenê bi zimanê ku jê fêm dike bê axaftin, bi çalakiyên xweparastinê re tev li gelek çalakiyên li bajaran bûye.
Hevrêya me Medya ku di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû, bi taybetî ji ber êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li her derê êrîşî gelê me kirin, piştî xebatên xwe yên serkeftî, di heman salê de piştî perwerdeya şervanên nû derbasî herêma Şengalê bû. Hevrêya me Medya ku li herêma Şengalê di şerê li dijî çeteyan de cih girt, ezmûneke girîng a şer bi dest xist. Dîsa bûye şahidê êş û trajediyên gelê Êzidî û rastiya gel baştir fêm kiriye. Tevî hemû êşên ku gelê me di vê pêvajoyê de derbas kir jî, wek milîtanekê Apoyî bawer kir ku divê barê giran rake û têkoşîna xwe zêdetir bilind bike. Hevrêyê me Medya ku li qada Şengalê di gelek erk û xebatên girîng de cih girtiye, bi helwest û tempoya xwe ya xebatê bawerî daye hemû hevrêyên xwe. Ji bo vê jî karîbû bibe gerîlayeke mînak a YJA Starê. Şehadeta gelek hevrêyên wê yên ku li Şengalê bi şêwazeke fedaî şer kirin, bû yek ji faktorên girîng ên diyarkirina xeta têkoşînê ya hevrêya me Medya.
Hevrêya me Medya ku her tim hewl daye têkoşîna xwe ya azadiyê mezin bike, bi baweriya ku di nava Hêzên Taybet de dikare vê têkoşînê herî baş bi dest bixe, beşdarî xebatên Hêzên Taybet bû. Bi fedekarî, dilsozî û helwesta xwe ya ji bo hevrêyên xwe di perwerdeya bingehîn de bi ser ketibû ku hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên xwe bi dest bixe. Armanca wê ew bû ku roj bi roj di xeta Zîlan de xwe bi pêş ve bibe û di vî warî de xwedî kedeke girîng bû. Hevrêya me Medya hem bi helwesta xwe ya jiyanê hem jî bi nîqaşên bi hevrêyên xwe re Têkoşîna Azadiyê ya Jinê her tim di rojevê de hiştiye û hevrêyên xwe li ser xeta azadiyê kûr kiriye. Li gel hemû hevrêyên xwe her tim xwe ji rewşa şer a muhtemel re amade dikir û ji çêkirina tunelên şer heta xebatên binesaziyê di gelek qadan de xebitî. Bi baweriya ku ev amadekarî wê serkeftinê bi xwe re bîne, bi moral, enerjî û coşeke mezin xebatên xwe domandin.
Hevrêya me Medya ku di êrîşên dijmin ên li dijî rojavayê Zapê de yek ji hevrêyên destpêkê yên ku di çeperên berxwedanê de cih girt, piştre di nava tîmên bi tevger de cih girt. Amadebûna wê ji bo pêşveçûna rewşa şer û ezmûna şer a ku li Şengalê bi dest xistibû, hevrêya me Medya kir ku di pêvajoya şer de erkên girîng bi cih bîne. Şehadetên di encama êrîşên dewleta Tirk a faşîst de hêrsa hevrêya me Medya ya li hember dijmin hîn zêdetir kir.
Hevrêya me Medya ku li ser xeta Zîlanan û bi ruhê fedaî yê Sara û Rûkenan beşdarî pêngava şoreşgerî ya li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bû, li gel hevrêyên me Adar û Heqî bi fedeaî li dijî dijmin şer kirin. Hevrêya me Medya ku di cezakirina gelek leşkerên dijmin de rol lîst, di şer de birîndar bû, lê bi ti awayî gav paşde neavêt. Hevrêya me Medya ku fedaîbûnê weke şêwazê jiyanê dihesibîne, tevî ku bi giranî birîndar bû jî tu gav paşde neavêt û piştî ku heta kêliya dawî bi fedaî şer kir, bi teqandina bombeya xwe gihişt şehadetê.
Yek ji milîtanên pêşeng ên Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Mereş a Cenga Xabûrê hevrêya Medya bi şer û jiyana xwe, ala têkoşînê ya Şehîd Sara û Şehîd Rûken hilgirt û xeta şehîdan şopand. Em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re, bi taybetî ji malbata hêja ya hevrêya me Medya re dixwazin ku her kêliya jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiya gelê me feda kiriye.
– 2’ê Kanûnê saet 11.00’an de li Qada Berxwedana Girê Cûdî tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkeran dane.
2. Li herêma Zapê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;
– 2’ê Kanûnê saet 01.30’an de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê tîmên me yên gerok bi sûîkastê li dagirkeran dane û dagirkerek hatiye cezakirin.
– 2’ê Kanûnê saet 10:30, 12:30 û 14:30’an de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê tîmên me yên gerok 3 caran bi çekên giran li dagirkeran dane.
– 2’ê Kanûnê saet 19:10’an de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil Çemçoyê tîmên me yên YJA Starê bi taktîka sûîqestê li dagirkeran dane û dagirkerek hatiye cezakirin.
3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
– Di 2’ê Kanûnê de herêmên Sêdarê û Deriyê Hirçê yên Garê û Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 7 caran bi balafirên şer bomberdûman hatine bombekirin.
– Di 2’ê Kanûnê de Qadên Berxwedanê yên Sîda, Kurojahro, Saca, Girê Amediyê û Girê Cûdî 22 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
– 2’ê Kanûnê de bi dehan caran Sîda, Çemço, Girê FM, Girê Amediyê û Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi obus, tank û çekên giran hatine bombekirin.
3 ê Kanûn a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê