HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Rêhevalên Hêja!

Di 25'ê Mijdarê de li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê Ya Girê Cûdî a Rojavayê Zapê ji 7 baskan ve û gelek taktîkên gerîla bi awayekî koordîneyî û di nav hev de Operasyoneke Şoreşgerî ya serketî hat lidarxistin.

Di ve operasyona şoreşgerî de ku bi wêrekiyeke bilind, şêwazê êrîşê û ruhê fedaî hat lidarxistin de, 17 dagirker hatin cezakirin û 10 çeperên dijmin hatin rûxandin.

Di 26'ê Mijdarê de jî; li Qada Berxwedanê Ya Girê Hekkarî a Metîna li dijî dagirkeran operasyoneke şoreşgerî ya ji sê baskan ve bi serkeftî hate lidarxistin. Bi wêrekiyeke mezin û ruhê fethê yek bi yek çûn ser çeperên dagirkeran, hatin xistin, 42 dagirker hatin cezakirin, gelek çek û alavên leşkerî hatin rûxandin û beşeke wan jî hate desteserkirin.

Beriya her tiştî di kesayeta rêheval Adar, Heqî, Medya, Amed, Binevş û Baran de ku di van operasyonên şoreşgerî yên serketî re pêşengtî kirin, bi awayekî fedaî meşiyan ser dijmin, xwe di teqez encamgirtinê de kîlîtkirin û ev bi awayekî heybet ser jî xistin, tevahî şehîdên xwe bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Em hemû şervan û fermandarên pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Mereş a Cenga Xabûrê yên ku ked dane û tevlî van operasyonan bûne pîroz dikin.

Her wiha Komîteya Rêveber a Partiya me PKK'ê jî, hemû çalakvanên beşdarî operasyonên şoreşgerî bûne bi hezkirin silav kir, ji ber performansa serkeftî pîroz kir û hêviyên serkeftinê ji me re ragihand.

 

Rêhevalên Hêja;

Ev operasyonên şoreşgerî yên ku we li dar xistin, derbeke giran li planên dagirkeriyê û hesabên desthilatdariya rejîma faşîst a AKP-MHP’ê xist. Her çendî bi rêka dezgehên ragihandina şerê taybet hewl dan ku van operasyonên şoreşgerî wekî çalakiyên ji rêzê ne nîşan bidin û windahiyên xwe veşêrin jî, şefên şerê taybet bi lezûbez reviyan ser sînor, Tayîp Erdogan û Hulusî Akar yekser bi xwe hewl dan ku moral û motîwasyona dagirkeran a xirabûyî sererast bikin, bi nûçeyên serkeftinên sexte û dîmenên erzan ê çîrokî careke din xwestin raya giştî bixapînin. Ev rastî jî têrê dike ku mirov fêm bike van operasyonên şoreşgerî yên ku 59 dagirker hatine cezakirin, derbeke çiqas bi bandor li rejîma faşîst xistiye. Di heman demê de dîmenên operasyona şoreşgerî bi gelê me û raya giştî re hatiye parvekirin, şerê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi ezim, fedakarî û rihê fedaî dimeşîne û li gel wê hêza dijmin jî di çi halî de ye bi awayekî aşkere li ber çavan raxistiye.

Ev operasyonên şoreşgerî qonaxeke girîng û berdewamiya pêvajoya berxwedana dirokî ya ku ev nêzîkî 8 meh in tê pêşxistine. Berxwedana ku gerîla bi mehane didomîne bi ruhê pêngavî veguherandina operasyonên şoreşgerî asteke nû nîşan dide. Asta di van operasyonan de derket hole; Stratejiya me ya Şerê Gel ê Şoreşgerî, Doktrîna Şerê Şoreşgerî, Xeta Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk û terzê şerê tîmê profesyonel ê ku li ser vê bingehê hatiye pêşxistin, çiqasî rast û encamgir e nîşan daye.

Ji ber ku ev operasyonên şoreşgerî di şert û mercên dijwar ên zivistanê yên erdnîgariya Kurdistanê de pêk hatine, nîşan da ku şert û mercên demsalî êdî li pêşiya gerîla ne asteng e, bêyî ku bibêjin havîn û zivistane dikarin her tim di nav çalakvaniya aktîf de bin. Dema ku di vê çarçoveyê de pê dakevin; di ketina pêvajoya zivistanê de ev performans û asta çalakvaniyê wê moral, motîwasyon û lêhûrbûneke girîng di tevahî hêzên me de pêş bixîne, bibe wesîle ku ji erkên sala pêşiya me re xwe hîn xurttir amade bikin.

Di kesayeta hemû fermandar û şervanên ku beşdarî van operasyonan bûn, encamên wisa yên girîng û watedar derxistin holê de tevahî fermandar û şervanên Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Mereş a Cenga Xabûrê careke din pîroz dikin, bîr û baweriya ku wê serkeftinên hîn mezintir biafirînin diyar dikin.

3’ê Kanûna 2022

FERMANDARIYA BÎRYARGEHA NAVENDA PARASTINA GEL