HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di bin şertên herî giran de bi ruhekî milîtan ê Apoyî şer dikin û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin.

Di çalakiyên tîmên bi tevger de 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek û 2 dron hatin îmhakirin û derb li çeperekê hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker çeperên şer ên li Qada Berxwedanê 4 caran bi çekên kîmyewî, bi bombeyên fosforê, teqemeniyan, 10 caran bi balefirên şer, 2 caran bi helîkopterên êrîşê û di dehan caran jî bi obus û çekên giran bomberdûman kiriye.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne;

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li Herêma Xakurkê;

Di 21’ê Tîrmehê saet di navbera 06.00 û 08.00’an de bi çekên giran derb li dagirkerên li Girê Şehîd Şahan hatine xistin.

2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê;

Di 21’ê Tîrmehê de saet di 01.00’an de dagirkeran ji bo bombekirina çeperên şer ên li Şehîd Adil droneke bombebarkirî şandin herêmê. Hêzên me li vê dronê dan û dron xistine. Piştî çalakiyê balefirên şer qada ku dron ketiye bombe kiriye.

Di 21’ê Tîrmeha 19.00’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê dane.

3. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Mereşê de;

Di 19’ê Tîrmehê saet 10.30’an de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hatine hedefgirtin û çeperek hatiye derbkirin.

Di 21’ê Tîrmehê saet di navbera 13:30 û 13:50’an de hêzên me bi bombe û çekên ferdî li dagirkerên ku dixwestin ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ve bi pêş ve biçin, dan. Piştî mudaxeleyê, dagirker neçar man gavekê paşde vekişin.

Di 21’ê Tîrmehê saet 10.00 û 15.30’an 2 pergalên kamerayên mobeseyê yên ku ji aliyê dagirkeran ve li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hatibûn bicihkirin, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve hatin rûxandin.

Di 21’ê Tîrmehê saet 15:30 û 20:45’an de hêzên me bi taktîkên sabotajê 2 caran li dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ve bi pêş ve werin, dan.

Di 21’ê Tîrmehê saet 17:30’an de dagirkerên ku li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ketibûn tevgerê bûn hedefa hêzên me. Piştî çalakiya hêzên me, tevgera dagirkeran rawestiya.

Di 21’ê Tîrmehê saet 17:50’î droneke bombebarkirî ya ji aliyê dagirkeran ve ji bo bomberdûmankirina çeperên şer ên li Herêma Berxwedanê ya Girê FM li ba bibû, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate xistin.

Di 22’ê Tîrmehê saet 05.00’an de qereqola Kanî Masî ya artêşa TC a dagirker a li Metîna ji aliyê hêzên me ve hatiye hedefgirtin û ji du aliyan ve hatiye lêxistin. Di encama lêdanên bi bandor ên hêzên me de 2 dagirker hatin cezakirin û çeperek hate rûxandin.

4. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û teqemeniyan kiriye;

Di 21’ê Tîrmehê de çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 3 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

21’ê Tîrmehê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bi bombeyên fosforê hatin bombekirin.

5. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker yên bi obus, tank, helîkopter û balafirên şer kiriye;

Di 21’ê Tîrmehê de dron li ser Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Çemço geriyaye.

21’ê Tîrmehê Qadên Berxwedanê yên Girê Bihar, Sîda, Saca, Çemço û Girê FM 10 caran bi balafirên şer hatin bomberdûmankirin.

Di 21’ê Tîrmehê de Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara du caran bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.

21’ê Tîrmehê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Çemço û Şkefta Birîndara ji qereqolên li ser sînor bi dehan caran bi çekên giran û obusan hatin bombekirin.

 

22 ê Tîrmeha 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê