HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Li hemberî tevgera dagirker a dewleta TC’yê ya mêtinger gerîlayên azadiyê berxwedana xwe ya dîrokî bênavber didomîne.

Tîmên me yên bi tevger taktîkên gerîla yên serdema nû bi hostetî bi kar tînin. Di van çalakiyan de 7 dagirker hatine cezakirin û dagirkerek jî hatiye birîndarkirin. Artêşa TC’yê ya dagirker çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê 8 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 11 caran bi balefirên şer, 35 caran bi helîkopterên êrîşê bombe kirine.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne;

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê;

Di 22’ê Tîrmehê de saet di 10.15’an de dagirkeran dema ku xwestin ber bi çeperên şer ên Şehîd Umît werin, hêzên me bi taktîka sabotajê li wan dan û dagirkerek ceza kirine.

Di 22’ê Tîrmehê saet di 11.00’an de dema ku dagirkeran hewl dan tevî tankekê ber bi çeperên şer ên Şehît Umît werin, hêzên me bi çekên giran li dagirkeran dan. Piştî mudaxeleya hêzên me, dagirker li qadê belav bûne.

Di 22’ê Tîrmehê de dema ku helîkopterekê xwest leşkeran deyne Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, hêzên me bi çekên giran li helîkopterê dan. Helîkopter bêyî ku karibe leşkeran deyne, ji qadê derket.

2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Mereşê de;

Di 17, 18 û 22’ê Tîrmehê de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve 3 caran bi taktîkên sûîqestê hatin gulebarankirin û 3 dagirker hatin cezakirin.

Di 22’ê Tîrmehê de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve 2 caran bûn hedef. Di van çalakiyan de dagirkerek hat cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.

Dagirkerên ku roja 22’ê Tîrmehê saet di 09:15’an de li qada Berxwedanê ya Girê FM ketibûn tevgerê, ji aliyê hêzên me ve bi taktîkeke sûîqestê hatin gulebarankirin û dagirkerek hate cezakirin.

Di 22’ê Tîrmehê saet 12:00’an çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi bombeyên gazê hatin bombekirin. Di saet 12:30’an de jî dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ve bi pêş ve biçin, bi çekên ferdî û bombeyên destan hatin derbkirin. Piştî mudaxeleyê, dagirker gavekê paşde vekişiyan.

Di 22’ê Tîrmehê saet 00:30’î de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Hekkarî ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve bi taktîka sûîqestê hatiye gulebarankirin û dagirkerek hate cezakirin.

3. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û teqemeniyan kiriye;

Di 21’ê Tîrmehê de çeperên şer ên Girê Hakkarî, Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Şehîd Umît 8 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi helîkopter û balafirên şer;

Di 22’ê Tîrmehê de li Girê Hakkarî, Kurojahro, Girê Cûdî, Girê FM û Herêmên Berxwedanê yên Girê Amediyê tevgera balafirên bêmirov hatin dîtin.

Di 22’ê Tîrmehê de derdora ava Zapê, Çemço, Sîda, Girê Amediyê, Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî 11 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 22’ê Tîrmehê de Qadên Berxwedanê yên Werxelê, Girê Hakkarî, Girê Cûdî, Girê FM û Girê Amediyê 35 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

 

23 ê Tîrmeha 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê