HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

Tevgera leşkerî ya Tirk didome, gerîlayên me jî çalakiyên bersivdayînê pêk tînin.

Di  5'ê Kanûnê de li ser rêya Cizîr- Nisêbîne, 4 leşkerên Tirk ên di wesayîtek sivîl de bûn ji aliyê hêzên gerîlauên me ve hatin gulebarankirin. TC di çapemeniya xwe de jî îtîraf kir ku 2 mirî û 2 birîndar hene. Lê di vir de bi zelalî 3 leşker hatin kuştin. Ev çalakî ji aliyê yekîneyek gerîlayên me ya taybet ve, li hember zilm û zexta dewletê ya li bajarê Kurdistanê bi armanca hişyariyê hate lidarxistin.

Di  4’ê Kanûnê de saet 23.00’an artêşa Tirk dest bi operasyoneke ku gundên Dedaş, Helhelê yên girêdayî navçeya Hezro ya Amedê û gundên Şilşim, Mişirf û girê Dengê yên girêdayî navçeya Licê digire nav xwe kiriye. Ev operasyon, di roja 5’ê Kanûnê de saet 17.00’an bi awayekî bêencam bi dawî bû.
Di  6’ê Kanûnê de saet di 13.00’an de li hember qereqola Şkêr a li xeta sînorê herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, gerîlayên me yên YJA-Starê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de kuleya qereqolê û avahiya qereqolê hat texrîpkirin. Piştî çalakiyê qereqola Şkêr, herêmên Latê Kewan, Dola Qomînîstan û gundê Ditaza bi obus, hawan û tankan bomberdûman kir.

Di navbera 6’ê Kanûnê de saet 14.30’an û 7’ê Kanûnê (îro) de saet 04.00’an de ji aliyê leşkerên qereqola Bîlîcanê ya ku li xeta sînorê herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li mintiqeyên Tepê Guvenlîk, Tepê Şehîd Dunya, Tepê Şehîd Avareş û Talisa kemîn hatine danîn.

Her wiha, di 7’ê Kanûnê de saet 00.00-01.00’an qereqola Bîlîcan; herêmên derdora xwe da ber çekên giran.

Di  6-7’ê Kanûnê de saet 19.00-07.00’an li ser herêma Zapê, di saet 23.00-07.00’an li ser herêma Heftanînê, pêgerên hewayî yên keşfê yên artêşa Tirk geriyan.

7 Kanûn 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG