HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

Artêşa Tirk li hember şehîdgeh û herêmên gerîlayên me êrîşên xwe didomîne, gerîlayên me jî li Amed û Mêrdînê çalakî li dar xistin.

Leşkerên Taybet Ên Akp’ê Êrîşî Şehîdgehên Me Dıkın

AKP’e li hember hêzên me yên gerîla û berxwedana gelê me têk çû, bi leşkerên taybet êrîşî şehîdgehên me dike, gihiştiye lûtkeya faşîzmê. Li hember vê faşîzmê, pir aşkera ye ku hêzên me bê deng namînin.

Wesayîtên Zırxî Hatın Îmhakırın

Di 6’ê Kanûnê de saet 16.00’an gerîlayên me yên YJA-Star li navbera gundên Kerwên û Arbet ên girêdayî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li hember wesayîtek zirxî ya Kobra çalakiya sabotajê pêk anin. Di encama çalakiyê de wesayîta zirxî bi temamî hat îmhakirin; hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin  zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC bi ambûlansan mirî û birîndarên xwe rakirin. Ev çalakiya me ji bo bersivdayina tecrîda li ser Rêbertiya me û êrîşên li hember gel ên di vê pêvajoya dawî di nav berxwedanê de ye hat  lidarxistin.

Lı Hember Besta Bomberdûmana Hewayî Û Bejahî

Di 3’ê Kanûnê de saet 21.00-22.00’an balafirên şer ên Tirk; mintiqa Xirbikê ya girêdayî qadan Besta ya Botanê bomberdûman kir. Her wiha qereqolên Gundikê Mellê û Çelê Nimêja; qada Besta da ber obus û hawanan.

Artêşa Tırk Şehîdgeha Şehîd Rojhat Û Şehîd Zelal Xera Kır

Di 4’ê Kanûnê de saet 01.00’an artêşa Tirk bi helîkopterên Skorsky li Sirtê Mewijka û Sirtê Givera leşker danîn û dest bi operasyonê kir. Di  6’ê Kanûnê de artêşa Tirk bi tevlîbûna cerdevanên gundên Sêgirkê û Naviyana Şêxan, şehîdgehên Şehîd Rojhat û Şehîd Zelal bi temamî xera kir. Her wiha artêşa Tirk li vir ji gundê Xirbikê Besê jî 2 welatiyên sivîl binçav kir. Ev operasyon piraniya xwe bi tevlîbûna cerdevanan pêk hat.

2 Leşker Hatın Kuştın

Di 7’ê Kanûnê de saet 11.00’an dema konvoyek leşkerî di rêya di navbera navçeya Farqînê ya Amedê û Êlihê de ber bi qereqola Malabadî diçû, leşkerên di konvoyê de û ji wesayîtan daketin bûn hedef. Di encama lêdana de 2 leşker hatin kuştin.

Operasyon Dıdome

Operasyona artêşa Tirk  a di  6’ê Kanûnê de  ji qereqola Bîlîcan a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê destpêkir, hê jî didome. Li nêzî Girên Guvenlîk, Talisa, Şehîd Dunya, Şehîd Avareş û Bayrak artêşa TC yekîneyên veşartî bi cih kiriye û kemînan datîne. Her wiha li ser herêmê jî pêgerên hewayî yên keşfê digerin.

Lı Herêmên Gerîlayên Me Keşf Dıdome

Di 7’ê Kanûnê de saet di navbera 05.00-10.00’an, 20.00 û di 8’ê Kanûnê de (îro) 05.00’an de li ser herêma Zapê, heman rojan de saet 17.00-05.00’an li ser herêmên Garê û Avaşîn, pêgerên hewayî yên keşfê geriyan.

8 Kanûn 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG