ji çapemenî û raya giştî re!
Operasyon û êrîşên li Bakurê Kurdistanê yên dewleta Tirk bê navber didomin. Li hember van êrîşan bersivdayinên gerîlayên me HPG/YJA Star pêk tên.
Di 8’ê Kanûnê de saet 09.30’an di navbera navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê û gundê Dala ji aliyê gerîlayên me ve li hember wesayîtek zirxî çalakî hat lidarxistin. Detayên çalakiya sabotajê ya ji bo bersivdayina zext û êrîşên şîdetê yên li dijî gel pêk tên, wê piştre bi raya giştî re bê parvekirin.
Di 8’ê Kanûnê de di danê êvarî de li herêma di navbera navçeyên Midyad, Mehsertê û Nisêbînê yên Mêrdînê, artêşa Tirk dest bi operasyonê kiriye. Di 9’ê Kanûnê de saet 08.00’an li qada gundê Xirbê Sor ê girêdayî Nisêbînê di navbera hêzên me û artêşa TC de şerekî dem kurt derket. Her wiha saet 09.30’an de li girê Boluk ê li qadê careke din şer qewimî. Di dema şer de 2 helîkopterên Kobra qada şer bomberdûman kir. Şer heta saetên êvarî bi navber berdewam kir.
D i 9’ê Kanûnê de di danê sibehê de li qada gundên Koçkan, Derûnê, Rasileynê û Magra yên di navbera navçeyên Hezro û Karazê yên girêdayî Amedê artêşa TC dest bi operasyonê kir. Operasyon di danê êvarî de bê encam vekişiya.
Di 8’ê Kanûnê de saet 06.30-09.00’an mintiqa Hêzil a girêdayî Kela Memê ya li navçeya Qileban a Şirnexê ji aliyê balafirên şer en artêşa TC ve hat bomberdûmankirin, di saet 16.00’an jî helîkopterên Kobra li vê herêmê dan.
Ji 6’ê Kanûnê ve li sînorê qereqola Bîlîcan a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê, artêşa TC yekîneyên veşartî di erazî de bi cih kiriye. Tevgera vê yekîneyê hê jî didome.
Di 9’ê Kanûnê de saet 07.00-08.30’an qereqola Êrîş a li xeta sînorê herêma Zapê ya Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê; qada Xeregol, di 10’ê Kanûnê (îro) de saet 07.30-08.00’an qereqola Êrîş; qûntarê girê Şehîd Newal û qada Dola Erbîş da ber obus û hawanan.
Di 9’ê Kanûnê de saet 21.00-22.00’an qereqola Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê; bejahiya Şehîd Rahîme da ber obus û hawanan.
Di 9-10’ê Kanûnê de saet 15.30-04.30’an li ser herêma Metîna, di saet 17.00-04.30’an li ser herêma Garê pêgerên hewayî yên keşfê geriyan. Her wiha di 9’ê Kanûnê de saet 14.00-14.30’an li ser xeta sînorê herêma Metîna tevgera helîkopterên Kobra û Skorsky çêbû.
10 Kanûn 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG