ji çapemenî û raya giştî re!
Di 8’ê Kanûnê de di danê êvarî de li qada di navbera navçeyên Midyad, Mehsertê û Nisêbînê yên Mêrdînê de artêşa Tirk dest bi operasyonê kiribû . Me dabû xuyakirin ku di 9’ê Kanûnê li bejahiya gundê Xirbê Sor ê girêdayî navçeya Nisêbînê di navbera hêzê me û artêşa Tirk de şer derketibû. Piştî vî şerî li nêzî girê Boluk cihê ku Jendermeyên Taybet lê zêde ne, şerekî nû rû da. Piştî pevçûnan arêşa TC mirî û birîndarên xwe bi helîkopteran ji qadê dûr xist. Di encama vî şerî de 3 gerîlayên me bi berxwedanek bi lehengî şehîd ketin. Ji hevalên me yên şehîd, dema agahiyên sicîlê yên hevalê me Firat bê zelalkirin, wê bi raya giştî re bê parvekirin.”
Nasnameyên gerîlayên me yên ku şehîd wiha ne:
Nasnav: Kanîwar Canfeda
Nav-Paşnav: Yilmaz Gumuş
Cihê Jidayikbûnê: Edene
Navê Dayik-Bav: Arîfe - Îdrîs
Dîrok û Cihê Şehadetê: 9’ê Kanûnê 2015 / Mêrdîn
Nasnav: Şervan Bahoz
Nav-Paşnav: Mûstafa Parlak
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik-Bav: Menîce - Abdûlhamît
Dîrok û Cihê Şehadetê: 9’ê Kanûnê 2015 / Mêrdîn
LI DÊRSIMÊ OPERASYON
Di 9’ê Kanûnê deli Dola Alîbogazi ya girêdayî navçeya Hozat a Dêrsimê artêşa TC dest bi operasyonê kiriye. Beriya hêza operasyonê bikeve dolê bi awayekî zêde qad bi topên hawanê bomberdûman kir. Her wiha ji êvarî saet 03.45’an heta sibehê saet 05.45’an li ser qadê pêgerên hewayî yên keşfê yên Heron geriyan. Hate dîtin ku leşkerên li nêzî qûntarê Bozan ên di nav tevgerê de bûn ji aliyê gerîlayên TKPML-TÎKKO ve hatin gulebarandin. Her wiha dol bi awayekî zêde bi topên hawanê hatin bomberdûmankirin.
12 Kanûn 2015
Navenda Çapamenî û Ragihandina HPG