ji çapemenî û raya giştî re!
Gerîlayênme HPG/YJA-STAR'ê, li ser rêyên Amed-Çewlik û Amed-Pasûrê, kontrola nasnameyan kirin.
Di 28'ê Kanûnê de saet di navbera 16:00-18:00 de rêyên Amed-Çewlik û Amed-Pasûrê ji aliyê hêzên gerîlayên me ve hatin kontrolkirin. Gerîlayên me li vê derê kontrola nasnameyan kirin û li ser pêvajoyê agahî dane gel.
Di 21'ê Kanûnê de li qada Şêx Cûma ya Bedlîsê artêşa TC dest bi operasyoneke berfireh kiriye. Di roja 22'ê Kanûnê di navbera hêzên me û artêşa TC de şer derket. Di vî şerî de gerîlayekî me yê têkiliya me pê re qut bû, şehîd ket. Nasnameya hevalê me yê şehîd ketiye, wê piştre bê aşkerkirin.
Lı Hemberî Herema Metîna Êrîşa Bı Topan
Îro saet di navbera 02:00-03:00 de, qereqola Tepê Sor a li ser sînorê herêma Metîna ya Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê ye, bi obus, hawan û tankan êrîşî qadên Şehîd Mazlûm, Şehîd Şoreş û Tepê Hakkarî kir.
Di 28'ê Kanûnê de saet di navbera 16:00-17:00 de qereqola Bilican a li ser sînorê herêma Zapê ye, bi çekên giran gule li derdora xwe reşand.
Balafırên Şer Bombe Lı Ser Qendîlê Barandın
Di roja 29'ê Kanûnê de saet di 00:30 de balafirên şer ên artêşa TC, derdora gundên Silê û Ebûbekîr ên herêma Qendîl a Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê bombe kir.
Di 28'ê Kanûnê de saet di navbera 22:30-00:00 de li ser herêma Qendîl'ê, saet di navbera 05:30-18:00 de li herêma Heftanîn'ê, saet di navbera 12:30-14:30 û ji saet 20:00 heta saet 03:00 ê 29'ê Kanûnê li herêma Zap'ê, di navbera 28-29'ê Kanûnê de saetdi navbera 22:30-06:30 de li Metîna, heman rojan saet di navbera 22:30-02:30 de li ser herêma Avaşîn'ê bi pêgerên hewayî yên bêmirov re keşif hat kirin.
Di 28'ê Kanûnê de saet di navbera 22:00-23:00 û 29'ê Kanûnê de saet di navbera 02:00-03:00 de herêma Zap'ê, heman rojan saet di navbera 22:30-02:30 de li herêma Avaşîn'ê, di roja 29'ê Kanûnê de saet di nabera 02:00-03:00 de li herêma Metîna balafirên şer geriyan.
29 Kanûn 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG