ji çapemenî û raya giştî re!
Di çalakiya gerîlayên me ya li hemberî tabûra Zivingê ya li Gabar'ê de 2 leşker hatin kuştin .
Derbên bi bandor li leşkerên li hundirê tabûrê hatin xistin û di encamê de 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC miriyên xwe bi helîkoptera bi tîpa Skorsky rakir. Ev çalakî ji bo bîranîna 3 hevrêyên me yên li Kerboranê şehîd ketine, hate lidarxistin.
Êrîşên Lı Hemberî Qadên Gerîlayên Me Dewam Dikin
Di roja 29'ê Kanûnê de saet di 00:30 de balafirên şer ên artêşa TC, bombe li derdora gundên Zergelê, Enzê û Bolê yên herêma Qendîlê ya li Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê barandin.
Di 30'ê Kanûnê (îro) de saet di navbera 01:00-12:00 de qereqola Elemûn a li ser xeta sînor a herêma Metîna; Girê Zendûra bi obus, hawan û tankan bombe kir.
Di navbera 29-30'ê Kanûnê de saet di navbera 22:00-07:00 de li herêma Heftanîn'ê, saet di navbera 23:30-01:30 de li herêma Zap'ê, di roja 29'ê Kanûnê de saet di navbera 08:00-11:00 û 22:30 heta saet 05:00 ê danê sibehê li herêma Garê bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif hate kirin. Her wiha di roja 29'ê Kanûnê de saet di navbera 21:30-22:30 de li herêma Metîna, saet di navbera 22:00-00:00 de li herêma Heftanîn'ê, saet di navbera 23:00 heta 01:00 ê şevê li herêma Zap'ê balafirên şer geriyan.
30 Kanûn 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG