ji çapemenî û raya giştî re!
Di 27’ê Kanûnê li navçeya Qoser a Mêrdînê di navbera gerîlayekî me yê diçû wezîfeyê û polîsên TC de şer derket . Di vî şerî de Hevala me Jinda heta guleya xwe ya dawî li ber xwe da, birîndar bû, ji bo nekeve destên dijmin xwe feda kir û gihişt şehadetê.
Di 31’ê Kanûnê li sêgoşeya di ketina Mêrdînê de yekîneyek gerîlayên me li hember wesayîtek zirxî ya Ûral çalakî li dar xist û wesayît bi temamî îmha bu. Di vê çalakiyê de têkîldarî hejmara mirî an jî birîndarên dijmin de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevala Jînda Mêrdîn a şehîd ketiye hat lidarxistin.
Nasnameya Hevala Me Wihaye:
Nasnav: Jînda Mêrdîn
Nav-Paşnav: Lutfiye Bûlût
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Dîrok û Cihê Şehadetê: 27’ê Kanûnê 2015 / Mêrdîn
Tevgera Hewayî Dıdome
Di 3’ê Çile de saet 12.00-14.30’an li ser herêma Qendîl, herêma Zap, Avaşîn, Xakûrkê, Garê û Metîna yên ji Herêmên Parastinê yên Medyayê tevgera balafirên şer çêbû. Her wiha di 3’ê Çile de saet 16.30-23.00’an li ser herêma Zap'ê, saet 15.00-00.00’an li ser herêma Heftanîn, saet di navbera 14.30’an û 4’ê Çile (îro) 05.00’an de li ser herêma Garê pêgerên hewayî yên keşfê geriyan.
4 Çile 2016
Naveda Çapemenî û Ragihandina HPG