HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

Di roja 11'ê Çileyê de saet di 21:20 de, li nêzî gundê Newafir ê ser bi Kerkûk'ê, komek ji çeteyên DAIŞ'ê hewldan xwe berdin nava herêmeke hêzên gerîlayên me lê ne .

Hêzên gerîlayên me zû bi vê hewldana êrîşî ye çeteyan hesiyan û di cih de bersiv dan. Di encama şerê li vê derê de çete neçar man xwe vekişînin.
Tevgera Hewayî Û Êrîş Didomin

Êrîş û tevgera hewayî ya artêşa Tirk li hember Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê didomin.

Di 11’ê Çileyê de saet 10.30-11.00’an qereqola Tepê Çete ya li xeta sînorê herêma Heftanîn'ê ya ji Herêmên me yên  Parastinê yên Medyayê ye û artêşa TC  a li qada Şehîd Kendal hatiye bicihkirin; qadên Deriyê Davetiya, Şehîd Şêxmûs û Kêlik dan ber tank û çekên giran.

Di 10’ê Çileyê de saet 20.00-22.00’an artêşa TC  a li qada Şehîd  Zerdeşt a li xeta sînorê herêma Avaşîn  a  ku ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê ye; qadên derdor  da ber çekên giran.

Di 10-11’ê Çileyê de saet 20.00-05.00’an û 11-12’ê Çileyê de saet 22.00-05.00’an li ser herêma Garê, di 10’ê Çileyê de saet di navbera 23.00’an û 12’ê Çileyê (îro) 04.30’an de li ser herêma Zapê a ji Heremen me yên Parastine yên Medyayê  pêgerên hewayî yên keşfê geriyan.

12 Çile 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG