HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Li dijî êrîşên qetlîamê yên li Sûr, Silopiya û Cizîrê, hêzên gerîlayên me li navçeya Karaz a Amedê çalakiya tolhildanê ya berfireh li dar xistin.

Dewleta Tirk bi leşker, polîs û ji her cûre pêkhateyên xwe yên çeteyan ve îro li Kurdistanê şerekî derveyî mirovahiyê dimeşîne. Li dijî van êrîşên qetlîamê yên li Sûr, Silopiya û Cizîrê, hêzên gerîlayên me li navçeya Karaz a Amedê çalakiyek tolhildanê ya berfireh li dar xistin. Di 16’ê Çileyê de saet 17.00’an li hember qereqola Jenderme û midûriyeta emniyetê ya girêdayî navçeya Karaz a Amedê, hêzên gerîlayên me çalakiyek hemwext li dar xistin. Di çalakiyê de avahiya qereqolê hat hedefgirtin, bi roketên B7 ve bi bandor hat derbkirin. Di encama ve çalakiyê de encama kûştî  û birîndarên dijmin nehat  zelalkirin, piştî çalakiyê 3 ambûlans hatin cihê bûyerê, kûştî  û birîndarên xwe rakirin.

Helîkopterek Kobra Hat Derbkırın
Di 17’ê Çileyê de saet di navbera 14.30-16.00’an de dema 2 helîkopterên Skorsky diçûn qereqola Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê; 3 helîkopterên Kobra jî li girê Şehîd Gafûr dan. Li ser vê hêzên gerîlayên me jî li helîkopterên Kobra dan. Di encama lêdanên bi bandor, helîkopterek Kobra hat derbkirin û neçar ma vekişe qereqola Oremarê.

Lı Qadên Gerîlayên Me Tevgera Hewayî

Di 17’ê Çileyê de saet 09.00-11.00’an ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê li ser herêma Xakûrkê, saet 12.00-22.30’an li ser herêma Qendîl'ê, saet 19.00-20.30’an li ser herêma Avaşîn, di 17-18’ê Çileyê de saet 17.00-01.00’an li ser herêma Garê, ji 16’ê Çileyê ve li ser herêmên Zap û Xinerê pêgerên hewayî yên keşfê digerin. Her wiha di 17’ê Çileyê de saet 23.00-00.00’an li ser herêma Zap'ê tevgera balafirên şer çêbûn.

Balafırên Şer Gundê Kınyanîş Bomberdûman Kırın

Di 16’ê Çileyê de saet 23.30’an balafirên şer ên TC gundê Kinyanîş ê girêdayî herêma Zap'ê bomberdûman kirin.

18 Çile 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG