Ji çapemenî û raya giştî re!
Gerîlayyên me, li ser rêya navbera navenda Şirnex'ê û navçeya Cizîr'ê li dijî otobuseke polîsan a ku 22 polîs tê de bûn çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de 9 polîs hatin kuştin, 4 polîs jî birîndar bûn .
Li dijî êrîşên wehşî yên li Cizîr-Silopiyayê û ji bo bîranîna 12 gerîlayên me yên ku li Wanê bi awayekî namerdî hatin qetilkirin evçalaki hat lidarxistin.
Di roja 18'ê Çileyê de saet di 18:30 de, li ser rêya navenda Şirnex'ê û navçeya Cizîr'ê, li dijî otobuseke polîsan a ku 22 polîs tê de bûn, hêzên me yên gerîla bi roketerên B-7 û çekên giran çalakiyek pêk anîn. Bi derbên bi bandor ên hêzên me re otobus bi temamî hat rûxandin. Di vê çalakiyê de 9 polîs hatin kuştin, 4 polîs jî birîndar bûn.
Tevgera Keşfê Jî Dewam Dike
Di 18-19'ê Çileyê de saet di nabera 16:30-05:00 de li herêma Garê, di roja 19'ê Çileyê de saet di navbera 02:00-08:00 de li herêma Heftanîn'ê bi balafirên bêmirov ên hewayî re keşif hat kirin.
19 Çile 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG