HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Gerîlayên me bi çekên giran li hemberî qereqola Şkêr a li ser sînorê herêma Zap’ê ye, çalakiyek pêk anîn.

Di 14'ê Sibatê de saet di navbera 16:00-17:00 de tankek li nêzî qada Şehîd Zinar a li herêma Avaşîn’ê bi cih bûbû, ji aliyê hêzên me yên gerîla ve bi çekên giran hedef hat girtin. Derbên xurt li vê tankê hat xistin. Piştî çalakiyê artêşa TC obus avêt qada Şehîd Gafûr û derdora wê. Her wiha herêm bi tankan bombe kir.

Di 14'ê Sibatê de saet di 16:00 de gerîlayên me yên YJA Starê, bi çekên giran li hemberî qereqola Şkêr a ser sînorê herêma Zap’ê ye, çalakiyek pê anîn. Derb li gelek mewziyan hat xistin, lê hejmara mirî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê qereqolên Şkêr û Girê; qadên Latê Kewa, Girê Sor, Çiyayê Reş û girê Cehennem bi obus, hawan û tankan bombe kirin. Ev çalakî li hemberî tecrîda li ser Rêberê me hat lidarxistin.

Di roja 14'ê Sibatê de saet di navbera 13:30-14:00 û 16:30-17:00 de qereqola Bilican a li nava sînorê navçeya Colemêrg Çelê ye; obus û hawan avêt qadên Şehîd Newal û Şehîd Colemêrg ên li herêma Zap’ê.

Ji saet 09:00 ê 14'ê Sibatê heta saet 07:00 ê 15'ê Sibatê (îro) li herêma Zap’ê, di roja 14'ê Sibatê de saet di navbera 18:00-20:00 de li ser herêma Garê balafirên keşfê yên bêmirov geriyan.

15 Sibat 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG