Ji çapemenî û raya giştî re!
Gerîlayên me HPG/YJA Starê li Qoserê, li hemberî maşîneke zirxî ya tîmên tevgerat taybet çalakiya sabotajê pêk anîn. Di encama ve çalakiyê de 5 polîsên tevgera taybet hatin kuştin.
Li hemberî komkujiyên dewleta Tirk li Cizîrê li dijî gelê Kurd dike, tîmeke gerîlayên me li Mêrdînê bi armanca bersivdayînê çalakiyeke bi bandor a sabotajê pêk anin.
Di roja 14'ê Sibatê de saet di 01:30 de li taxa Mezopotamya ya li navenda navçeya Mêrdîn Qoserê, tîmeke me ya gerîla li nêzî pira Çop, li dijî maşîneke zirxî ya tîmên tevgera taybet çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di vê çalakiyê de herî kêm 5 polîsên tevgera taybet hatin kuştin. Medya şerê taybet a Tirk ev çalakî weke 'polîsan teqemeniya berê pê hesiyabûn îmha kirin' weşandin. Ev nûçeyên derew ji bo nirxumandina rastiyê ye. Piştî çalakiyê, enqaza maşîna zirxî ji cihê bûyerê hat rakirin.
Êrîşên Artêşa Tırk Dewam Dıkın
Di roja 15'ê Sibatê de saet di navbera 12:00-15:00 de qereqolên Tepê Sor, Kanî Masî û Deştanê yên li ser sînorê herêma Metîna ne; derdora xwe û saet di navbera 16:30-17:00 de jî qereqola Arûşê, qada Şehîd Dilber bi hawan û çekên giran bombe kirin.
Di 15'ê Sibatê de saet di navber 07:00-07:30 de qereqola Êrîş li ser sînorê navçeya Colemêrg Çelê ye; girê Xeregol û derdora wî, saet di navbera 15:30-16:30 de qereqolên Tepê Ortê û Şkêr obus avêtin derdora xwe.
Di 15'ê Sibatê de saet di navbera 20:30-21:30 de artêşa TC a li derdora girê Şehîd Zerdeşt ê li navçeya Colemêrg Geverê, bi obus, hawan û çekên giran derdora xwe bombe kir.
Di roja 15'ê Sibatê de saet di navbera 18:00-21:00 li Xakurê û Avaşîn, saet di navbera 18:00-23:00 de li qada Gundê Filleha yê Zap’ê, saet di navbera 10:00-17:00 de li Metîna, saet di navbera 07:00 û 03:00 ê 16'ê Sibatê (îro) de li herêma Zap’ê balafirên keşfê; di roja 15'ê Sibatê de saet di navbera 18:00-18:30 de li herêma Heftanîn’ê balafirên şer geriyan.
16 Sibat 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG