Ji çapemenî û raya giştî re!
Li hember qadên gerîlayên me êrîşên artêşa Tirk bi tank, obus û hewanan dewam dike, li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevgera hewayî didome.
Ev hefteyek dawî ye artêşa TC li qadên gundên Xirbê Sadik û Baskir ên girêdayî navçeya Kerboran a Mêrdînê kemînan datîne.
Di navbera 22’ê Sibatê de saet 17.00’an û 23’ê Sibatê 05.00’an de qereqola Arûş a li sînorê navçeya Qileban a Şirnexê; girê Şehîd Dîlber a girêdayî herêma Metîna ya ji Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tank, obus û hewanan bomberdûman kir.
Di 23’ê Sibatê de saet di 22.30-23.00’an qereqola girê Sîvrî ya li sînorê navçeya Gever a Colemêrgê qadên derdora xwe ketober da ber çekên giran.
Di 23’ê Sibatê de saet di 18.30-21.00’an li ser herêma Metîna û Zap’ê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê, di 24’ê Sibatê de saet di 00.00-03.00’an li ser herêma Heftanîn’ê pêgerên hewayî yên keşfê geriyan. Her wiha di 24’ê Sibatê (îro) de saet di 11.00-13.00’an tevgera balafirên şer ên Tirk çêbû.
24 Sibat 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG