Ji çapemenî û raya giştî re!
Dewleta TC a ji destpêka sala 2016'an û vir ve êrîşên xwe yên dagirkeriyê li Kurdistanê her dişidîne, bomberdûmana bi hawan, obus û topan a li hemberî qadên gerîlayên me didomîne . Di encama bomberdûmanê de 3 gerîlayên me yên di navbera 15'ê Çileyê-15'ê Sibatê de li ser wezîfeya xwe bûn, bi giranî birîndar bûn. Her sê gerîlayên me tevî hemû hewldanan nehatin rizgarkirin, û şehîd ketin.
Nasnameyên Her Sê Gerîlayên Me Wîhane:
Nasnav: Çiya Zîlan
Nav Paşnav: Salih Ergîn
Cihê Ji Dayikbûnê: Amed
Navê Dê û Bav: Bîrgul-Abdurrahman
Dem û Cihê Şehadetê: 15'ê Çileyê-15'ê Sibata 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Hogir Serhat
Nav Paşnav: Erol Kûnûr
Cihê Ji Dayikbûnê: Mûş
Navê Dê û Bav: Sehernaz - Maşallah
Dem û Cihê Şehadetê: 15'ê Çileyê-15'ê Sibata 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Huseyîn Mahîr
Nav Paşnav: Agit Kanşiray
Cihê Ji Dayikbûnê: Mûş
Navê Dê û Bav: Hanim - Nejdet
Dem û Cihê Şehadetê: 15'ê Çileyê-15'ê Sibata 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Hevalên me Çiya Zîlan, Huseyîn Mahîr û Hogir Serhat ên di sala 2014'an de bi ruhê seferberiyê tevlî refên têkoşînê bûn, bi biryardariyeke mezin dest bi têkoşînê kirin.
Li çiyayên Kurdistanê bûyîna gerîla tê wateya; xwegihandina rûmeteke mezin, di pîvanên milîtanî yên Apoyî de bi destxistina sekneke fedekarî û bi ruhê fedaî re amadebûna li her qada têkoşînê ye. Hevrêyên me Huseyîn, Çiya û Hogir bi perwerdeya wergirtin, bi kûrbûna xwe û pêşketina di xeta gerîlatiya profesyonel de, li qada pratîkê bi wezîfeya xwe radibûn. Bi sekna bi biryar û rêbaza têkoşînê re, em ê di xeta xwe ya têkoşînê ya dema nû de bi ser bikevin. Ev soza me ji bo wan e.
25 Sibat 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG