Ji çapemenî û raya gîştî re!
Bi armanca bersivdayîna li komkujiyên dewleta Tirk li hemberî gelê me li gelek bajarên Kurdistanê dike, ji bo bîranîna hevalê Botan û 3 gerîlayên me yên pê re li Mêrdînê şehîd ketin, ji bo bîranîna mirovên me yên li Sûr û Cizîrê şehîd ketin, li Nisêbînê çalakiyeke berfireh hat lidarxistin.
Dî roja 4'ê Adarê de saet di 05:45'an de yekîneyeke ya gerîlayên me, li hemberî 7 maşînên zirxî yên li pêşberî Midûriyeta Şaxê Trafîkê ya Herêmê parkkirî, bi wesayîteke bombebarkirî çalakiyek pêk anî. Di encama vê çalakiyê de avahiya Midûriyeta Şaxê Trafîkê ya Herêmê û 7 maşînên zirxî bi temamî îmha bûn. Her wiha li gorî agahiyên hatine bidesxistin, herî kêm 14 polîsên tevgera taybet hatin kuştin, bi dehan polîs jî birîndar bûn.
Operasyon Û Bomberdûman Dewam Dikin
Dî roja 2'ê Adarê de balafirên şer bombe li derdora gundên Xelîla, Gizrê, Hedilê û Îvan ên navçeya Mêrdîn Kerboranê barandin. Piştre bi helîkopterên Skorsky leşker li herêmê hatin danîn û operasyonê destpê kir. Di dema vê operasyonê de şer derket û 1 serpel û 3 berbaz hatin kuştin. Di vî şerî de 7 hevalên me bi lehengî şer kirin, gihîştin şehadetê. Agahiyên li ser hevalên me yên şehîd ketine wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.
Lı Amedê Kontrola Rê
Dî roja 3'ê Adarê de saet di navbera 16:00-18:30 de hêzên me yên gerîla rêya Amed-Çewlikê li nêzî gundê Kelê yê Liceyê girtin. Hêzên me li vir nasname kontrol kirin û der barê pêvajoyê de gel agahdar kirin. Gerîlayên me 2 wesayîtên dewletê li vir şewitandin.
Operasyon Û Bomberdûman Dewam Dıkın
Dî 2'ê Adarê de artêşa TC li qada Girê Çolya û Hesena ya li herêma Cûdî ya Şirnex’ê tevî maşînên zirxî dest bi operasyonê kir. Operasyon êvara heman rojê bi awayê bêencam bi dawî bû.
Dî 4'ê Adarê de saet di navbera 06:00-09:30 de qereqola Erîş a li navçeya Colemêrg Çelê; girê Xeregol ê li herêma Zap’ê, saet di navbera 14:30-15:00 de qereqola Erîşê; gundê Êlanê û Kanî Cinnetê, saet di navbera 19:30-20:30 de qereqola Erîşê; girê Şehîd Mûnzûr, Kanî Cinnetê û girê Guvenlîk, saet di navbera 10:30-11:00 de qereqola Bilicanê; girê Şehîd Colemêrg dan ber obus, hawan û tankan.
Dî 4'ê Adarê de saet di navbear 15:30-16:00 de qereqola Mamreş a li navçeya Colemêrg Geverê; qada Mergê ya herêma Avaşîn’ê bi obus û hawanan bombe kir.
Dî 4'ê Adarê de saet di navbera 10:30-00:00 û 5'ê Adarê (îro) de saet di navbera 09:30-11:00 de qereqola Aruş a gîrêdayî navçeya Qilaban’ê girê Şehîd Dilber ê li herêma Metîna bi hawanan bombe kir.
5 Adar 2016
Navenda Çapemenî û Ragîhandîna HPG