Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 4-5’ê Adarê de li hember artêşa TC a xwe li qadên Şehîd Bager, Şehîd Rahîme û Şehîd Zerdeşt ên li herêma Oremar a li sînorê navçeya Gever a Colemêrgê bi cih kiribûn, hêzên gerîlayên me çalakiyek berfireh li dar xistin . Detayên vê çalakiya piralî hat lidarxistin, wê piştre bi raya giştî re bê parvekirin.
Di 2’ê Adarê de artêşa Tirk li qadên gundên Xelîla, Gîzrê, Hedîlê û Îvan ên girêdayî navçeya Kerboran a Mêrdînê dest bi operasyonê kiriye û di encama operasyonê de şerên dijwar qewimîne.
Lı Mêrdînê Operasyon Û Şer
Di 2’ê Adarê de saet 10.30’an balafirên şer qadên gundên Gizrê, Xelîla, Hêdilê û Îvan bombe kirin, piştre leşkerên artêşa TC dest bi operasyonê kirin. Operasyonê heta danê êvarî dom kiriye û bi artêşa TC re şerekî giran rû da. Di şerê li vir de serbazek û 3 berbaz hatin kuştin. Li ser vê artêşa TC neçar ma qademeyekê paş de bikişe. Di domahiya operasyonê de bombekirina zêde ya balafirên şer dewam kir.
Her wiha li bejahiya gundê Gîzrê, wesayîtek sivîl a ku cerdevan tê de bûn jî tevlî operasyonê bû. Piştî operasyon vekişiya, saet 18.30-19.00’an helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe kom kirin.
Lı Sînorê Qıleban’ê Çalakî
Di 5’ê Adarê de saet 14.00’an komek leşkerên TC ji qereqola Tepê Çete ya li sînorê navçeya Qileban a Şirnex’ê, ji bo keşfê hatin qada Kêlikê. Gerîlayên me bi çekên giran li dijmin dan. Li vir leşkerek birîndar bû. Piştî çalakiyê, qereqola Tepê Çete; qadên Deriyê Dawetiya û girê Şehîd Şêxmûs da ber obus û hewanan.
Lı Hember Qadên Gerîlayên Me Êrîşên Obûs û Hawanan
Saet di navbera 5’ê Adarê 11.00’an û 6’ê Adarê 05.00’an de qereqola Elemûn a li xeta sînorê herêma Metîna; girê Şehîd Dîlber, di 5’ê Adarê de saet 11.00-15.00’an qereqola Tepê Sor a li sînorê navçeya Çelê ya Colemêrg’ê, qadên derdora xwe da ber obus û katyuşayan.
Di 5’ê Adarê de saet 17.00-18.00’an qereqola Tepê Serbest a li sînorê navçeya Qileban a Şirnex’ê; girê Partîzan ê girêdayî herêma Heftanîn’ê bi obusan bombe kir.
Di 5’ê Adarê de saet 10.00-22.30’an qereqola Êrîş a li sînorê navçeya Çelê ya Colemêrg’ê; girê Xeregol û qûntarê wê, saet 21.00-22.00’an qereqola Serê Sevê girê Cehennem û mintiqa Çiyayê Reş, di heman saetan de qereqola Bîlîcanê jî girê Talîsa û Guvenlîk da ber obus û hewanan.
Saet di navbera 5’ê Adarê 21.00’an û 6’ê Adarê 03.00’an de pêgerên hewayî yên keşfê, li ser herêma Zap’ê geriyan.
6 Adar 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG