Ji çapemenî û raya giştî re!
Di sibeha 7'ê Adarê de artêşa TC xwest ji girên Seyîdan û Omeryan ên li ser sînorê herema Metîna ji nû ve dest bi çêkirina rê bike. Li ser vê yekê, saet di 10:00 de gerîlayên me yên YJA Starê hin rêze çalakiyên sûîqestê pêk anîn . Di van çalakiyan de bi qasî hatiye tespîtkirin leşkerek hat kuştin. Ev çalakî bi wesîleya 8'ê Adarê pêk hat.
Di roja 7'ê Adarê de saet di 13:00 de gerîlayên me yên YJA Starê, li hemberî qûle û avahiya qereqola Şkêr a li navçeya Colemêrg Çelê bi çekên giran çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de derb li qûle û avahiya qereqolê ketin. Piştî çalakiyê qereqola Şkêr bi obus, hawan û tankan heremên Çiyayê Reş, Cehennem Tepesî û Sirtê Kovî bombe kir.
Di 7'ê Adarê de saet di 14:30 de li hemberî artêşa TC a ji herêma Sîvrî Tepesî ya li qada Oremar’ê heta Leylek Tepesî bi kepçeyan rê çêdikir, hêzên me yên gerîla çalakiyek pêk anîn. Hêzên me wesayîtên li vê derê hedef girtin û derb li kepçeyekê dan.
Êrîşên Hewayî Û Bomberdûman
Di 7'ê Adarê de saet di navbera 14:00-14:30 de 5 helîkopterên bi tîpa Kobra ji qereqola Silor a li Oremar’ê rabûn û berê xwe dan qada Xapuşkê.
Di 7'ê Adarê de saet di navbera 18:00-21:00 de balafirên şer bombe li gundê Ermuş û derdora Şehîdgeha Şehîd Bêrîtan ên li herêma Xakurkê barandin.
Di 7'ê Adarê de saet di navbera 21:00-21:30 de qereqola Oremarê ya li navçeya Colemêrg Geverê obus û hawan avêt qada Şehîd Rahîme.
Di 7-8'ê Adarê de saet di navbera 10:00-06:00 de qereqola Elemun a li navçeya Şirnex Qilaban’ê ye, obus û hawan avêt girê Şehîd Dilber ê li herêma Metîna.
Di 7'ê Adarê de saet di navbera 17:00-17:30 de qereqola Erîş a li navçeya Çelê; girê Xeregol ê ser bi herêma Zap’ê, ji saet 22:30 heta saet 05:30 ê 8'ê Adarê qereqola Serê Sêvê; qada Cehennem tepesî bi obus û hawanan bombe kirin.
Di 7'ê Adarê de saet di navbera 11:30-16:00 de li Qendîl’ê, saet di navbera 13:30-17:00 de li Xakurkê, di 7'ê Adarê de saet di 08:00 heta 8'ê Adarê saet 09:00 li herêma Avaşîn’ê, di 7'ê Adarê ji saet 07:00 heta 8'ê Adarê saet 04:00 li ser herêma Zap’ê balafirên şer û balafirên keşfê geriyan.
Di 7'ê Adarê de saet di navbera 12:30-14:30 de li Qendîl û Xakurkê, saet di navbear 07:00-19:00 de li Avaşîn’ê, saet di navbera 11:00-14:00 de li herêma Zap’ê balafirên şer geriyan.
8 Adar 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG