HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Dewleta Tirk û Erdogan, şerê xwe yê kirêt ê li Kurdistanê li ser bingeha şerê psîkolojîk bi medya şerê taybet dimeşîne. Bi veşartina kuştiyên xwe re hewl dide artêşê serketî nîşan bide û agahiyên şaş dide çapemeniyê .

Medya Tirk hejmara leşkerên Tirk ên di şerê li derdora Qereqola Oremarê de hatin kuştin, vedişêre.Ser derbên giran ên di vî şerî de li artêşa Tirk hatine xistin ku bi veşartina kuştiyên leşkeran re mîna ku artêş serketî ye agahiyên şaş pêşkêşî çapemeniyê dike.

Medya şerê kirêt, ji bo şerê ji 4'ê Adarê û pê ve li derdora qereqola Oremarê ya li Gever’ê qewimî hêzên me yên gerîla hewl dan êrîş bikin, lê piştre reviyan. Bi vê yekê re hewl da rastiyan manîpule bike.

Di vê çalakiya hêzên me yên gerîla de, ku ji bo bersiva li komkujiyên li hemberî gelê me yê li Bakur tê kirin hat lidarxistin, mîna ku me duh dan xuyakirin, li gorî tespîtên destpêkê 26 leşker mirin, gelek leşker jî birîndar bûn. Detayên din ên çalakiya li hemberî sê giran bi vî rengî ne:

Leşkerên ku girê 1. (Şehîd Bager) terikandin, li girê 2. derbên giran xwarin. Li girê Şehîd Rahîme bi çavan hatiye dîtin ku 6 leşker mirine. Gerîlayên me al jî di nav de dest danîne ser hemû alavên li vî girî. Li girê 3. (Şehîd Zerdeşt) çalakiya serdegirtinê hatiye kirin û ewilî 2 kon û 2 kozik ji cihekî nêz bi derbên bi bandor hatine îmhakirin. Gerîlayên me yên êrîşî kozika çeka A-4 û kozika alê kirin, ev her du çeper bi temamî îmha kirin. Li van kozikan 3 leşker hatin kuştin. Di çepera destpêkê û li her du konan jî gelek leşker hatine kuştin. Di çalakiya li her sê giran de 26 leşker hatine kuştin. Kuştiyên artêşa Tirk ji vê hejmarê zêdetir e, lê hejmara nehatiye zelalkirin.

Di roja 6'ê Adarê de qadên Şehîd Zerdeşt, Şehîd Bager, Şehîd Rahîme, Şehîd Afat, Şehîd Gafûr, Şetûnûs, Dola Satê û Dola Bîra bi obus, hawan û katyûşa hatin bombekirin. Her wiha balafirên şer jî bombe li van qadan barandin.

Di roja 7'ê Adarê de saet di 11:00 de 3 helîkopterên Skorsky bi desteka helîkoptera Kobra re, mirî û birîndarên xwe yên li girê Şehîd Zerdeşt rakirin.

Mîna ku ji detayên çalakiyê jî tê fêmkirin, medya Tirk ji bo veşartina kuştî û birîndarên xwe ketiye nava hewldaneke mezin. Divê were zanîn, ev hewldanên medya şerê kirêt a ji bo veşartina rastiyan, wê bi kêrî tiştekî neyên.

8 Adar 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG