HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di  24’ê Adarê de saet 21.15’an hêzên gerîlayên me  li hember Qereqola Jendermeyan a Mermer a li ser rêya navçeya Licê ya Amedê ye, çalakiyek sabotajê ya berfireh li dar xistin.

Li hember Qereqola Jendermeyan a Mermer ku 60 leşker lê bûn, dema 20 endamên JOH’ê yên ji bo operasyonê ji derve hatibûn jî di hundir de bûn, hêzên me çalakiyek sabotajê li dar xistin.

Di encama wesayîtek taqemeniyek zêde barkirî di nav 2 çeperên qereqolê de hate teqandin, avahiya pêşî ya qereqolê, avahiya îdarî-kontrol, avahiyên xwaringeh, gazîno û razanxane bi temamî hilweşiyan.

Di hindirê qaraqolê de 2 wesayîtên Ranger, 1 wesayîta Dag Geyîgî û Panzerek li pêşiya qereqolê bi temamî hatin îmhakirin. Piştî teqînê, hêzên gerîlayên me bi çekên navîn û ferdî bi awayekî bandor qereqol kirin hedef. Di çalakiyê de bi zelalî 28 leşker hatin kuştin, 32 leşker jî birîndar bûn. li gor çavkaniyên herêmî zêdetirî 30 leşkerî mirîne û hate hînbûn ku piştî çalakiyê tenê 5 leşker li ser lingan mane.

Ev çalakiya ji aliyê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Şevger hate lidarxistin; ji bo bersivdayina êrîşên li ser şehîdgehên me yên Amedê, ji bo Fermandar Çiyager Batman û hevalên pê re heta guleya xwe ya dawî bi berxwedanê li Sûra Amedê gihiştin şehadetê û ji bo şehîdên gelê Sûr-Cizîrê hat lidarxistin. Nûçeyên medyaya şerê taybet û Fermandariya Giştî ya Tirk ên weke 3 leşker mirine û 24 birîndar bûne nûçeyên derew ên ji bo nixumandina rastiyan e.

 Artêşa Tirk Geliyê Avaşîn Bombe Kir

Di 24’ê Adarê de saet 15.30-16.30’an balafirên şer ên TC qada Geliyê Avaşîn a girêdayî herêma Avaşîn bombe kirin.

Di 23’yê Adarê de saet 13.00’an 2 helîkopterên Kobrayê li qada gundê Kerwas ê girêdayî navçeya Licê ya Amedê dan. Di encama êrîşê de baxçeyên gelê qadê zerar ditîn.

25 Adar 2016
Navenda ÇapemenÎ û Ragihandina HPG