HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 25’ê Adarê de saet di 13:00’an de hêzên gerîlayên me li hember qereqola Zeytê ya li herêma Oremarê ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrg’ê çalakiyek lidar xistin . Hêzên me yên gerîla bi çekên ferdî derbên giran li leşkerên pêşiya nizamiya qereqolê cih digirtin dan. Di vê çalakiyê de 1 jê payebilind bi giştî 5 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê saet heta 17:00’an qereqola Mamreş û Zeytê; herêmên Mêrgê,Dola Zeytê û Girê Ronahî bi obus û hewanan bomberdûman kirin.

Lı Farqînê Gerîlayekîme Şehid Bu, 2 Leşker Hatın Kuştın

Di 25’ê Adarê de saet di 01:30’an de yekîneyên veşartî yên TC yê li Hecî Çerkez ên girêdayî navçeya Farqînê ya Amedê, destpêkê Girên Vatan û Zîvetirk bi cih bûn. Sibehê jî saet di 05:30’an de komek gerîlayên me dema ku diçûn erka xwe di vê herêmê re derbas bûne û li ser ferqkirina leşkeran şerekî dem kurt rû da. Di vî şerî de hevrêyê me Çekdar Şax bi qehremanî li ber xwe da û şehîd ket. Têkildarî nasnameya hevrêyê me yê şehîd ketî wê agahiyên berfireh bên parvekirin.

Di heman herêmê de hêzên me yên gerîla saet di 09:30’an de bi çekên ferdî li hember yek ji sê Giran Girê Koordîne çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de 1 jê payebilind bi giştî 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC derdora xwe bi topên hawanê bomberdûman kir û bi çekên ferdî jî ketober gule reşandin. Dîsa saet di 09:20-09:40’an de 2 helîkopterên kobra herêma Hacî Çerkez bombe kirin. Artêşa TC saet di 12:30’an de herlîkoptera skorskî dema ku xwest kuştî û birîndarên xwe rake û li ser vê hêzên gerîla yên me bi çekên ferdî li artêşa TC xistin. Di encama êrîşê de 2 cerdevan birîndar bûn. Dîsa piştî çalakiyê artêşa TC derdora xwe bi hawanan topbaran kir.

26 Adar 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG