HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Ji bo bîranîna salvegera şehadeta lehengê neteweyî Fermandar Egîd, ku bingehê Hêzên Parastina Gel ê di xeta Rêbertiyê de nirxên azadiya Kurdistanê diparêze avêtiye, gerîlayên me li se sînorê Qilebanê çalakî li dar xistin .

Di 27’ê Adarê de saet 06.00’ hêzên gerîlayên me li hember qereqola girê Seyîdan a li sînorê navçeya Qileban a Şirnex’ê çalakiyek li dar xistin. 4 çeperên qereqolê bi çekên navîn û ferdî hatin hedefgirtin. Li vir di çepera 1. de 3 leşker, di ya 2’yemîn de 2 leşker, di ya 3’yemîn de 3 leşker hatin kuştin, hejmara leşkerên çepera 4’emîn nehat zelalkirin. Di vê çalakiyê de bi giştî 8 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê balafirên şer ketin nav tevgerê; qereqola girê Seyîdan derdora xwe da ber obus û hewanan. Ev çalakî ji bo bîranîna salvegera şehadeta hevalê Şehîd Agît (Mahsûm Korkmaz) hat lidarxistin.

Lı Hember Qereqola Sînek Bı Çekên Gıran Çalakî

Di 26’ê Adarê de saet 15.00’an dema leşker li qereqola Sînek a li sînorê navçeya Qileban a Şirnex’ê kom dibûn, hêzên gerîlayên me bi çekên giran çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC qadên derdora xwe bi obus û hewanan bombe kir.

Balafırên Şer Lı Garê Dan

Di  26’ê Adarê de saet 18.00-18.30’an balafirên şer ên Tirk mintiqa Çirav a girêdayî herêma Garê bombe kirin.

28 Adar 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG