HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di  25’ê Adarê de saet 21.00’an 2 gerîlayên me ji bo wezîfeyê çûne Bektaşli ya girêdayî navçeya Kirikhan a Hatay’ê bi artêşa Tirk re rû bi rû hatin û li vir şer qewimi.

Di şerê ku nêzî 3 saetan dom kir de windahiyên artêşa Tirk nehatin zelalkirin, di vî şerî de hevalê me Xoşmêr Kotol (Ehed Hesenlû) heta guleya xwe ya dawî bi şerekî lehengî şer kir û şehîd ket. Gerîlayê me Denîz Alîşer (Ozgur Tektaş) jî bi awayekî giran birîndar ket destên artêşa Tirk. Hevalê me yê birîndar ji aliyê hêzên dijmin bi awayekî hovane hat qetilkirin. Dewleta TC ya rûyê xwe yê qetlîamker careke din kifş kir, wek dewama zîhniyeta xwe ya qetlîamker a îro li ser gelê me pêk tîne, li hember hevalê me yê gerîla jî xistiye meriyetê.

Agahiyên hevalên me yên şehîd wiha ne;

deniz ozgur_small

 

 

Nasnav: Denîz Alîşer
Nav û Paşnav: Özgür Tektaş
Cihê Jidayikbûnê: Sêwas
Navê Dayik-Bav: Gulîzar - Îbrahîm
Dîrok û Cihê Şehadetê: 25’ê Adara 2016’an/Hatay

 

 

 

xosmer ehed_small

 

 

 

Nasnav: Xoşmer Kotol
Nav û Paşnav: Ehed Hesenlu
Cihê Jidayikbûnê: Xoy
Navê Dayik-Bav: Susen - Îsmaîl
Dîrok û Cihê Şehadetê: 25’ê Adara 2016’an/Hatay

 

 

Hevalê me Xoşmer Kotol ku li Rojhilatê Kurdistanê jî tevlî şoreşa azadiyê bû, wek mîlîtanekî bi nirx ê ku têkoşîna gerîla demek dirêj berdewam kiriye di têkoşîna me de cih girtiye. Hevalê Denîz Alîşer jî li dijî mêtingeriya Tirk berxwedana xwe gîhandiye çiyayên Kurdistanê, bi watetir kiriye û têkoşîna xwe mezin kiriye. Em hevalê Xoşmer û Denîz ê ji bo hêviyên azadiya gelê me di jiyana siberojan de ava bikin şer kirine bi mînetî bi bîr tînin, em soz didin ku em ê wezîfeyên dîrokî yên dewrî me kirine bi cih bînin.

29 Adar 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG