Ji çapemenî û raya giştî re!
Detayên operasyona li bejahiya navçeya Motkî ya Bedlîsê wiha ne:
Der heqê vê operasyonê beriya niha jî hin agahiyên kurt hatibûn dayîn û her wiha nasnameyên 3 hevalên me yên gihiştibûn şehadetê bi gelê me û raya giştî re hatibûn parvekirin.
Di 30’ê Adarê de artêşa TC bi tevlîbûna cerdevanan jî operasyona li vê qadê berfireh kiriye. Bi çekên giran ji qadên derdor li mintiqayên Deşta Xotê û Dêrxasa Mûşê dan.
Di 31’ê Adarê jî operasyonê derdora gundên Kolay, Varan, Zixak, Vartak, Rabat û Parevê jî girtiye nava xwe. Di 31’ê Adarê de saet 11.30’an yekîneyên artêşa Tirk dema amadekariyên êrîşkirina yekîneyek me ya gerîla dikir hate ferqkirin û li vir şer qewimiye. Di şer de 4 leşker û kontrayekî di operasyonan de cih digirt hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Yek ji helîkopterên Kobra ya mudaxeleyî qada şer dikir ji aliyê hevalê me Sabrî hate hedefgirtin û bi awayekî giran hat derbkirin. Hevalê me Sabrî yê bi wêrektiyek mezin helîkoptera Kobra derb kir, bi derbeyên helîkopterên Kobrayê ve şehîd bû.
Artêşa TC ji Tetwan, Mûş û Motkiyê hêz teqwiyeyî vê operasyonê kir, bi leşker danînê ve operasyon berfireh kir. Operasyona ku cih bi cih şer tê de qewimîn, di 2’yê Nîsanê qada Mêrgamîra jî girte nav xwe. Di operasyona ku bi helîkopterên Kobra bi awayekî zêde li eraziyê dan de hevalên me Serxwebûn û Xebat gihiştin şehadetê.
Di 6’ê Nîsanê di van operasyonên dewam dikirin de bi kontrayan re şer qewimi, li vir kontrayek hat kuştin. Di şerê li derdora gundê Rabate ya girêdayî herêma Deşta Xoteyê zêde bû de gerîlayê me Hogir Batman bi berxwedanek mezin ve gihişt şehadetê. Di vê operasyonê de 2 gerîlayên me ketin dest artêşa TC.
Ev operasyona ku di 30’ê Adarê de destpê kir her çiqasî di 9’ê Nîsanê bi qismî vekişiya be jî hê li eraziyê hejmarek zêde yekîneyên veşartî hiştine. Di şerên domahiya operasyonê de nasnameyên hevalên me Sabrî Koçer (Eşref Oz), Xebat Şoreş (Serhat Ûslûg) û Serxwebûn Garzan (Şaban Bozan) hatibûn eşkerekirin.
Nasnav: Hogır Bamert
Nav û Paşnav: Akîf Kansu
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayik û Bav: Sabriye - Ubeyd
Dîrok û Cihê Şehadetê: 6’ê Nîsana 2016’an / Bedlîs
Lı Amedê 4 Leşker Hatın Kuştın
Di 10’ê Nîsanê de di danê êvarî de saet 20.00’an artêşa TC gundê Qilêdar ê girêdayî navçeya Licê yê li ser rêya Amed-Çewlikê dorpêç kir. Yekîneyek me ya gerîla ku dema vê tevgera dît bi çekên navîn û ferdî ve li vê hêza operasyonê dan. Di çalakiya ku 5 çeper hatin hedefgirtin de 4 leşker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn. Piştî vê çalakiya serkeftî, artêşa TC derdora xwe ketober da ber hewan û çekên giran.
Li Dersîm’ê Hevalême Sefkan Şehîd Bû
Ev çend rojên dawî ne artêşa TC di operasyona li Çemê Roj ê Dêrsimê ji hewayî û bejahî dest bi bomberdûmanek giran kire. Gerîlayê me Sefkan di van operasyonan de bi giranî birîndar bû, xwe feda kir û tevlî karwanê şehîdan bû.
Nasnav: Sefkan Dêrsim
Nav û Paşnav: Eren Top
Cihê Jidayikbûnê: Dêrsim
Navê Dayik û Bav: Fatma - Ahmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 8’ê Nîsana 2016’an / Dêrsim
Lı Dêrıka Çıyayê Mazî Polîsek Hat Kuştın
Di 9’ê Nîsanê di danê êvarî de saet 21.00-22.00’an de di têketina navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê gule li ser wesayîta polîsan a li nêzî lojmanên Polîsan kontrola rê dikir hat reşandin û li gor agahiyên ji vir polîsek hate kuştin. Piştî bûyerê 4 ambûlans hatin, mirî û birîndarên xwe rakirin. Di saetên bûyerê de sivîlekî li derdor ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Der heqê vê qetilkirinê de ti têkîliyên hêzên me tinene.
Qereqola Elemûnê Bû Hedefa Çekên Gıran
Di 10’ê Nîsanê de saet 13.30’an hêzên gerîlayên me girê Omerlî yê girêdayî qereqola Elemûn a li sînorê Qileban a Şirnex’ê bi çekên giran hedef girtin. 6 roketên hewanê jî li çeperên gir ketin. Hejmara mirî û birîndarên li vir nehatin zelalkirin, qereqola Elemûnê û girê Omerlî jî qada çalakiyê bi hewan û obusan bombe kirin.
Gerîlayên Me Lı Qereqola Şehîd Kendal Dan
Di 10’ê Nîsanê de saet 09.00’an hêzên gerîlayên me bi çekên giran û navîn li qereqola Şehîd Kendal a di nav sînorê herêma Heftanîn û Qileban’ê de dan. Der heqê encamên van lêdanan de agahî nehatin bidestxistin. Yekîneye artêşa TC a li vir qadên derdora xwe bi obusan bomberdûman kir.
Di 8’ê Nîsanê de artêşa TC li bejahiya gundê Kihê yê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê operasyonek da bû destpêkirin. Operasyon saet 00.00’ê de bê encam vekişiya, li mintiqa Kanî Orê jî yekîneyên veşartî hatin bicihkirin.
11 Nîsan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG