Ji çapemenî û raya giştî re!
Di Sibeha 7'ê Nîsanê de artêşa TC li qada Rojdere ya ser bi navenda Dêrsimê dest bi operasyonê kir. Piştî gera balafirên keşfê yên bê mirov a danê sibehê saet di 08:00 de, saet di 11:30 de balafirên şer bombe li qadên Zel, Şehîd Hogir û Kaşê Navîn barandin . Helîkopterên bi tîpa Skorsky saet di 13:00 de leşker danîn qadên Zel û Kaşê Navîn. Helîkoptera Kobra jî li Dola Şehîd Şahan, kaşê Zel û derdora gundê Rojdere xist. Saet di 19:00 de jî helîkoptera Kobra li heman herêmê xist. Piştî vê êrîşa helîkoptera Kobra hêzên me yên gerîla xwe berdan nava leşkerên TC ên li Kaşê Navîn û bi çekên ferdî derbên xurt li leşkeran xistin. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran a li vê derê nehat zelalkirin. Di roja 8'ê Nîsanê de saet 08:00 de bi helîkopterên bi tîpa Kobra gule li qada Rojdere hat barandin. Operasyon di 8'ê Nîsanê de saet di 13:30 de bi awayekî bê encam mayî bi dawî bû.
Lı Farqînê Çalakıya Lı Dıjî Kontrayan
Li çiyayên Mal Elîke yê ser bi navçeya Amed Farqînê, li pêşiya tîmeke kontra ya taybet a bi serkêşiya sercerdevan Erhan Kocaga kemîn hat danîn. Di roja 8'ê Nîsanê de saet di 20:00 de hêzên me yên gerîla li nêzî gundê Bêzwanê li hemberî vê tîma kontra çalakî pêk anîn. Di encama vê çalakiyê de kontrayek hat kuştin, yek jî birîndar bû. Mînîbusek wan hat şewitandin û ji ser van kontrayan 1 çeka bombeavêj, 15 guleyên wê, 2 êlekên êrîşê, 4 çenteyên piştê û jarjoreke debance hatin rakirin. Ev çalakî ji bo bîranîna gerîlayên me yên li Qabilcewzê şehîd bûne, hat lidarxistin.
Lı Qılaban Û Çelê Çalakî
Di roja 9'ê Nîsanê de saet di navbera 08:00-09:00 de li girê Şehîdan ê li navçeya Şirnex Qilaban’ê bi desteka helîkoptera Kobra leşker bi helîkoptera Skorsky hatin danîn û saet di 10:00 de tankek, kepçeyek û komek ji leşkeran li dora girê Şehîd Lezgîn bi cih bûne. Li ser vê yekê hêzên gerîlayên me bi çekên giran çalakî pêk anîn û di encamê de 2 leşker hatin kuştin, kepçeyê jî derbeke giran xwar.
Di roja 9'ê Nîsanê saet di 10:00 de hêzên me yên gerîla bi çeka roketavêj B7 re, li kozikên qereqola Tepê Ortê ya li navçeya Colemêrg Çelê dan. Hejmara kuştî û birîndarên leşkerên li vê derê nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê qereqola Tepê Ortê obus û hawan avêt gundê Nerwa û derdora wê.
Di roja 5'ê Nîsanê, artêşa TC bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov re li herêma Qabilcewz a Êlihê operasyon dabû destpêkirin. Me beriya niha dabûn xuyakirin ku di şerê ji ber vê operasyonê de 5 hevreyên me şehîd bûne.
Pênc hevrêyên me yên di demên cuda de tevlî refên me yên têkoşîna azadiyê bûn û bi parastina nirxên gelê me re bi şiyara 'Rêberê Azad Kurdistana Azad' wezîfeyên demê pêşwazî dikirin, ji bo bicihanîna vê wezîfeya dîrokî ketin nava fedekariyeke mezin û kedeke bêhempa nîşan dan. Weke şervanên leheng ên gelê me ew bi hezkirina welêt mezin kirin, bi cewhera berxwedêriyê mezin kirin û bi sekna bi rûmet berêxwedin berxwedanê, li dijî dijmin li ber xwe dan û tevlî karwanê şehîdan bûn.
Nasnameyên hevalên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:
Nasnav: Egîd Şoreş
Nav paşnav: Yûsûf Hezer
Cihê ji dayikbûnê: Êlih
Navên dayik û bav: Salîme-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Nîsana 2016 / Êlih
Nasnav: Baz Mordem
Nav paşnav: Metîn Şîpal
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Navên dayik û bav: Feyrûz-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Nîsana 2016 / Êlih
Nasnav: Çiyager Serçiya
Nav paşnav: Mehmet Îhsan Kozanç
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Navên dayik û bav: Husna-Îhsan
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Nîsana 2016 / Êlih
Nasnav: Dorşîn Cevzî
Nav paşnav: Ayşenûr Kiliç
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Navên dayik û bav: Bîrînç-Fettah
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Nîsana 2016 / Êlih
Nasnav: Devrîm Firat
Nav paşnav: Cahît Ozteke
Cihê ji dayikbûnê: Êlih
Navên dayik û bav: Bîsnûr-Metîn
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Nîsana 2016 / Êlih
10 Nîsan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG