HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di çapemeniyê de hat gotin, 'PKK'ê pêşî li Tahîr Adiyaman ê ji eşîra Jîrkî girtiye û ew birîndar kiriye'. Biryara tevgera me nîne, ku li hemberî kesekî ji eşîra Jîrkî yan jî li hemberî Tahîr Adiyaman çalakiyê pêk bîne . Ti eleqeya vê bûyerê bi me ve nîne. Ji xwe ji ber şert û mercên demsalê, niha li herêma bûyer qewimiye, ti hêzeke me nîne. Li gorî agahiyên gihaştine ber destê me, hin endamên eşîra Jîrkî yên naxwazin cerdevanên Jîrkî xwe ji operasyona li Şirnexê vekişînin, bi teşwîqa dewletê ev bûyer kirine.

Bi awayekî zelal tê dîtin, ev bûyer bi rengekî provokasyonê, bi destê dewletê hatiye amadekirin. Tevî ku rewşe ewçend vekirî û zelal e û hin endamên eşîra Jîrkî daxuyaniyên erênî dane jî, hin endamên din ên vê eşîrê zimanekî agresîf û dijminane bi kar anîn û daxuyanî dan. Ev yek nîşan dide, ku dijmin di ser eşîra Jîrkî re ketiye nava hin hewldanan û dixwaze hin ji wan li hemberî tevgera me tehrîk bike û weke kontra bi kar bîne. Em di wê baweriyê de ne, ku hemû mirovên me yên welatparêz ên endamên eşîra Jîrkî û tevahiya gelê me yê Botanê, wê li hemberî lîstik û provokasyonên bi vî rengî yên dewletê hişyar bin, helwesteke welatparêzî nîşan bidin û van lîstik û provokasyonên namerdî pûç bikin.

Li Oremarê 2, Li Qilabanê Jî Leşkerek Hatin Kuştin

Îro saet di navbera 08:00-08:30 de li hemberî hêzên artêşa Tirk ên li dora girên Şehîd Rahîme û Şehîd Zerdeşt ên Oremarê bi cih bûbûn çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.

Piştî çalakiyê artêşa Tirk obus û hawan avêt qada Şehîd Rahîme.

Li navçeya Şirnex Qilaban’ê jî li hemberî yekîneyên artêşa Tirk ên li Girê Şehîdan bi cih bûbûn, hêzên me çalakiyeke sûîqestê pêk anîn û li vir leşkerekî Tirk hat kuştin. Di çalakiyê de leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê artêşa Tirk ji qereqola Tepê Sor, bombe li herêmê barand.

Operasyona di 10'ê Nîsanê de li navçeya Bedlîs Xîzanê hat destpêkirin, di roja 11'ê Nîsanê bi dawî bû, lê hînê yekîneyên veşartî li qadê ne.

14 Nîsan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG