HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di roja 13'ê Nîsanê de saet di 08:30 de, tîmeke gerîlayên me dema bi wezîfeya xwe bi cih danîn, ji aliyê kontrayên li gundê Mermarî yê Mehsertê hatin îxbarkirin . Di şerê ji ber vê yekê qewimî de du gerîlayên ne yên bi navê Nûman Serhed û Andok Cibîldrê gihîştin şahadete. Dema Hevelê me Numan Serhed şehîd bu hevalême Andok Cilbîdrê heta guleya xwe ya dawî şer kir u şehîd bu. Di vê operasyonê de kontrayên li gundê Zonê yê navçeya Stewrê jî amade bûn.

Dema ku nasnamayên herdu hevrêyên me eşkere bun web i raya giştî re be parvekirin.

Di roja 14'ê Nîsanê; artêşa TC li gundên Şêlima, Hindisê, Cumatê, Şaxo, Sêdeqnê, Goma Sêdeqnê, Fişatê, Goma Fişatê û Mala Gir ên navçeya Amed Farqîn’ê derketina derve 'qedexe' kir. Danê êvarê saet di 19:00 de balafirên şer bombe li derdora gundê Şêlima barandin. Saet di 21:00 û 15'ê Nîsanê (îro) saet di navbera 07:30-09:00 de helîkopterên Kobra li derdora gundê Şêlima xistin.

Di 14'ê Nîsanê de saet di navbera 13:30-14:00 de balafirên şer ên artêşa TC qada gundê Filleha ya li herêma Zap’ê bombe kirin.

15 Nîsa 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG